Demîrtaş derbarê Twitterê de bang li Elon Musk kir

04-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş bang li xwediyê nû yê Twitterê Elon Musk kir ku ragihandiye dê bikarhênerên xwediyê remza şîn ên wê platfaroma medyaya civakî mehane 8 dolaran bidin û jê re got: “Kesên ku divê pere bidin hûn in. Ji xwe hûn bi rêya bikarhêneran pere qezenc dikin.”

Xwediyê kompanyaya Tesla û SpaceX, Elon Musk berî demekê platforma medyaya civakî ya Twitterê bi 44 milyar dolaran kirîbû ku bi milyonan kes bikarhênerên wê platform hene.

Elon Musk roja 1ê Mijdarê ragihand ku ew dê ji wan bikarhênerên Twitterê ku remza şîn li ser hesabên wan heye, mehane 8 dolar pere bistînin.

Ev biryara Musk di nav piraniya bikarhênerên Twitterê de bû sedema karvedanan.

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ku ji sala 2016ê ve li girtîgeha Edîrneyê girtî ye, û bi xwe jî bi rêya parêzerên xwe yek ji bikarhênerên çalak ên Twitterê ye, roja 3ê Mijdara 2022ê bi rêya Twitterê peyamek belav kir û li bermaber biryara Musk karvedan nîşan da.

Demîrtaş got: “Divê hûn pere bidin bikarhêneran. Ji ber ku hûn pere ji wan distînin. Tu bo 7 dolar çi dibêjî.”

Demîrtaş di peyama xwe de dibêje: “Silav Elon! Di demekê de ku te nû  Twitter kiriye, qet ne tiştek baş e ku tu bi remza şîn mijûl dibî. Ji xwe hûn bi rêya bikarhêneran pere qezenc dikin. Ji ber wê jî kesên ku  pere bidin, divê hûn bin. Tu mehane bo 7 dolar çi dibêjî?”

Remza şîn a Twitterê bi kêr wê yekê tê ku nîşan dide ew hesaba ku ew remz jê re hatiye diyarkirin, resen e û ji aliyê bikarhênerê wê bixwe ve tê bikaranîn. Ji bo wergirtina wê nîşana şîn divê hesaba Twitterê resen, naskirî û çalak be. Ev remz bi piranî bo kesên naskirî, siyasetmedar û bikarhênerên ku şopînerên wan zêde ne tê dayîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst