Tirkiyê kuştina leşkerekî xwe li Başûrê Kurdistanê ragihand

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Zap-Avaşîn a Herêma Kurdistanê ku zêdeyî şeş mehan e operasyona Pence-Kilîd a Tirkiyê ya li dijî PKKê lê birêve diçe, leşkerekî artêşa Tirkiyê hat kuştin. Leşkerekî din ê Tirkiyê jî di bûyerekê de li Enqerê canê xwe ji dest da.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê roja Înê 4ê Mijdara 2022an li ser hesabê xwe yê Twitterê kuştina leşkerekî wî welatî li navçeya operasyona Pence-Kilîd di nav axa Herêma Kurdistanê de ragihand.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê, doh roja Pêncşemê 3ê Mijdarê di encama êrîşeke PKKê de li devera operasyonê, leşkerekî wan ê bi navê “Lokman Akçaglayan” canê xwe ji dest daye.

Derbarê mijarê de PKKê heta niha ti daxuyaniyek nedaye.

Artêşa Tirkiyê ji 17ê Nîsanê ve li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên li Herêma Kurdistanê li dijî PKKê operasyoneke nû ya bi navê "Pence Kilîd" daye destpêkirin ku heta niha berdewam e.

Leşkerekî Tirkiyê li Enqerê canê xwe ji dest da

Wezareta Berevaniya Tirkiyê herwiha ragihandiye, leşkerekî wî welatî li navçeya Golbaşî ya Enqerê di bûyerekê de canê xwe ji dest daye.

Navî wî leşkerî Ozkan Demir û pileya wî çawiş bûye.

Hatiye ragihandin ku ew leşker ser bi Fermandariya Hêzên Taybet bûye û dema bi pereşûtê xwe avêtiye, di bûyerekê de canê xwe ji dest daye, lê hûrgiliyên bûyerê nehatine belavkirin.