Li Xarpêtê pevçûn: 3 kes hatin kuştin

04-11-2022
RÛDAW
Nîşan Xarpêt Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpatê ya Bakurê Kurdistanê di şerê bi çekan yê di navbera dû malbatan de 3 kes hatin kuştin.

Li gor zanyariyan îro di demjimêrên êvarî yên 4ê Mijdara 2022ê li taxa Sursuru ya girêdayî parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê ji ber pirsgirêka erd di navbera dû malbatan nîqaş derket.

Piştî demek ji nîqaşê şer destpêkir û di şer de çek jî hatin bikaranîn.

Li gor zanyariyan di şer de 2 welatiyên bi navên Burak Tutak û Mahmut Demîr li cihê bûyerê  hatin kuştin û welatiyê bi navê Mehmet Kayar jî bi giranî birîndar  bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî hatin cihê bûyerê û kesê birîndar rakirin nexweşxaneyê, lê tevî hewildanan wî jî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dan.

Li aliyê din hêzên ewlekariyê derbarê bûyerê de lêkolîneke berfireh  dan destpêkirin .

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst