Bedran Çiya Kurd: Tirkiyê ji Amerîka û Rûsyayê erêkirinek bo êrişê wernegirtiye

04-11-2021
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Bedran Çiya Kurd Tirkiye Amerîka Rûsya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran derbarê gefên Tirkiyê de bo ser hêzên HSDê axivî û got, heta niha dewleta Tirk ji Amerîka û Rûsyayê erêkirinek bo êrişan wernegirtiye, lê metirsî hê jî berdewam e.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd ji medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser got, eger şerek çêbibe ji derveyî berxwedan û xweparastinê ti bijardeyeke din tune ye.

Derbarê rola Rûsyayê de, Çiya Kurd got,“Rûsya niha dixwaze pevajoyeke diyalog û danûstandinê ligel Şamê çêbike. Me ji Rûsya re got ku em amade ne, nerînên me ji bo çareseriyê zelal in. Divê nerînên her kesî zelal bin.”

Çiya Kurd rexne li helwesta Îtîlaf û ENKSê jî girt û got, "Hikûmeta Tirkiyê û hevalbendên wê wek Îtîlafa Sûriyê, ENKS û hinek komên din li gor agahiyên di destê me de li Ewropa, Amerîka û gelek cihan bi armanca HSD, YPG, Rêveberiya Xweser têxin lîsteya terorê tevdigerin."

Derbarê gefên Tirkiyê yên li ser herêmên ser herêmên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê de jî  Çiya Kurd tekez kir ku gefên dawî yên Tirkiyê di asteke bilind û cidî ne û wiha pê de çû: “Hikûmeta AKP/MHP xwedî biryar û plana êrişeke dagirkeriyê li ser herêmê ye. Salane vê dike û dixwazê vê siyasetê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam bike. Ji bo wê jî amadekariyên xwe kirine. Bê guman heya niha di vê derbarê de erêkirina hemû aliyan negirtiye. Çi aliyê Amerîka çi jî Rûsya dibe. Niha di nav tevgereke diplomatîk de ye ku dixwaze erêkirina wan welatan bigire û wiha êrişekê pêş bixe. Dewleta Tirk bê êrekirina Rûsya û Amerîka nikare tu êrişan bike. Heya niha tu erêkirin nehatine dayîn, lê welatên mezin in û berjewendiyên wan ên bigihînin hevdu hene ku lihev bikin û erê bikin.”

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser derbarê egera êrişekê li dijî herêmên di bin kontrola wan de jî got: “Divê em di nav amadekariyên mezin de bin. Wekî ku wê êriş çêbibe em di hemû aliyan de amade bin. Tu carî em ne aligirên şer in ku erişek çêbibe. Lê ger şerek çêbibe ji derveyî berxwedan û xweparastinê tu hilbijereke din wê nebe. Bi hemû derfet û destkeftiyên xwe em ê têkevin nav parastinê. Ji ber dewleta Tirk a dagirker li dijî dagirkeriyê derveyî rêya berxwedaniyê ji me re nahêle.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst