Galeriya wêneyan

05-11-2021
23 Photos
RÛDAW

Îro demjimêr 18.00 bi sponsoriya Rûdawê, beşdariya hunermendên ji her çar perçên Kurdistanê û serpereştiya Hejar Zehawî, li Kela Hewlêrê konsertek hat sazkirin.

Ev konsert bangeşe û destpêkek bû bo vekirina Mala Muzîkê ya Zehawî (Zahawy Music House) ku biryar e sala 2022an bê vekirin û bi gotina Zehawî dê li Hewlêrê her meh konsertekê saz bikin.

Hejar Zehawî di destpêka konsertê de spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir ku ev heyama du salan e piştgiriya wan dike.

Herwiha Hejar Zehawî spasiyên xwe yên taybet pêşkêşî Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed kirin ku di heyama 9 salên derbasbûyî de piştevaniya wan kiriye û wek ku ew dibêje, “(Ako Mihemed) piştevanekî mezin ê huner û muzîkê bûye, ne tenê bo wî, ji bo hemû hunermendên din.”

Mala Muzîkê ya Zehawî li gel sazkirina konsertan, dê workshop û masterclass`an ji bo ciwanên Hewlêrê û hogirên muzîkê pêk bîne û bi hunera beşên din ên Kurdistan û cîhanê aşîna bike.

Ji Rojavayê Kurdistanê hunermend Sefqan Orkêş, Zinar Mehmûd û Nesrîn Dawûd, ji Rojhilatê Kurdistanê hunermend Ferîd Îlhamî, Saqî Heyderî û Ayda Bextiyarî beşdar bûn.

 Ji Bakurê Kurdistanê hunermend Enwer Aydin, Mûsa Ertuş û Îmra Aydin û ji Başûrê Kurdistanê jî hunermend Goran Kamîl, Rewen Reşad, Bêjen Ceza, Mîr Amanc û Xare Star beşdarî konsertê bûn.

Wêne: Bilind Tahîr/Rûdaw