Li Rihayê operasyon: 4 çawişên pispor hatin desteserkirin

04-11-2021
RÛDAW
Nîşan Riha Curnê Reş Madeyên Hişbir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Curnê Reş a ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ve di operasyoneke maddeyên hişbir de 4 jê çawişên pispor ên ser bi Wezareta Navxwe,  5 kes hatin desteserkirin.

Li gor agahiyan lêkolîna tîmên girêdayî Fermandariya Cendirmeyan a Rihayê li ser 42 kîlo û 100 gramên tilyaka ku di 1ê vê mehê de li wê parêzgehê dest bi ser de hatibû girtin, berdewam in. 

Di çarçoveya wan lêkolînan de hêzên emnî destpêkê 1 jê çawişê pispor 2 kes destserkirin. Piştî lêkolînên berfirehtir 3 çawişên din ên pispor ku ser bi Wezareta Navxwe ve ne hatin desteserkirin.

Li gor zanyariyan kesên desteserkirî piştî karûbarên îfadeyê bo dadgehê hatine veguhastin.

Di 1ê Mijdarê de hêzên emnî hatibûn agahadarkirin ku dê maddeyên hişbir bên bo navçeya Curnê Reş.  Li ser vê yekê hêzên emnî otomobîlek rawestandibûn û dest bi ser 42 kîlo û 100 gramên tilyakê yên di otomobîlê de girtibûn. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst