HPG: Hêzên me du bombe li ser rêya Pêşmerge teqandin

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ye derbarê êrişa bo ser Hêzên Pêşmerge de daxuyaniyek da û piştrast kir ku 2 mayîn bi Hammarên Pêşmerge ve teqandine.

Îro li bajarokê Çemankê yê ser bi qezaya Amêdiyê li parêzgeha Duhok a Başûrê Kurdistanê, hejmarek gerîlayên PKKê êrîşî hêzên Pêşmerge kirin û di navbera wan de şer û pevçûn derket û di encamê de 3 kes ji hêzên Pêşmerge birîndar bûn, ku piştre yek ji wan pêşmergeyan li nexweşxaneya Duhokê ji ber dijwariya birînan, jiyana xwe ji dest da.

HPGê li ser vê bûyerê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku gerîlayên wan teqe nekirine lê 2 mayîn bi Hammerên Hêzên Pêşmerge de teqandine û bi vî rengî hewl hate dayin ku pêşî li pêşveçûna Hêzên Pêşmerge bê girtin.

Di daxuyaniyê de HPGê hate ragihandin ku hêzên gerîla dê ti carî nebe aliyê ku êriş dike û dibêje: “Em ji bo berjewendiyên neteweyî yên gelê Kurdistanê naxwazin şer bikin û vê yekê bi rengekî eşkere jî radigihînin.”

HPG herwiha îdia dike ku Hêzên Pêşmerge hewl daye bikeve nav kampên wan û gefê dixwe û dibêje: “Em bang li PDKê dikin ku dest ji operasyonên xwe yên li dijî kampên me berde. Lê belê bila her kes zanibe; eger êrişên navborî dewam bikin, hêzên me yên gerîla wê di çarçoveya xweparastina rewa de xwe biparêzin.”

Îro Rêveberê Bajarokê Çemankê ya ser bi qezaya Amêdiyê ve, Elend Emîr di daxuyaniyekê de ragihand, “destpêkê bombek bi hêzên Pêşmerge ve teqiyaye û paşê di navbera PKKê û Pêşmerge de şer û pevçûn derketiye.”