KCD piştî êrişa PKKê bo ser Pêşmerge daxuyanî da:Dem dema yekîtî û serkeftina Kurdan e

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku îro grûpeke gerîlayên PKKê li bajarokê Çemankê ya ser bi qezaya Amêdî ya Başûrê Kurdistanê êrîş ser hêzên Pêşmerge kir, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ya li Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek weşand û ragihand, “hêzên dagirker hewl didin ku di nav Kurdan de berberiyê zêdetir bikin û ji xwe re rêya dagirkirinê rewa û ferz bikin.”

Îro li bajarokê Çemankê yê ser bi qezaya Amêdiyê li parêzgeha Duhok a Başûrê Kurdistanê, hejmarek gerîlayên PKKê êrîşî hêzên Pêşmerge kirin û di navbera wan de şer û rûbirûbûn derket. Çavkaniyekî li nexweşxaneya Duhokê jî ji Rûdawê re ragihand, pêşmergeyekî birîndar ku li Çemankê birîndar bûbû, şehîd bûye û du Pêşmerge jî birîndar bûne.

KCDê di daxuyaniyeke nivîskî bal kişand li ser xeteriya rewşê û dibêje: “Dewletên derdor ji bo berjewendiyên xwe, her ku diçe li ser kûrkirin û mayîndekirina nakokiyên nav Kurdan polîtîkayên xwe bi pêş dixin. Mixabin Başûrê Kurdistanê, di vê çarçoveyê de dibe qada cîbicîkirina van polîtîkayan û ber bi proseyeke xeternak ve tê birin. Geşedanên dawî yên li Başûr, ji bo aştî, aramî û siberoja Kurdan gelek giring in.”

Daxuyaniya KCDê ya têkildarî rewşê naveroka wê wiha ye:

“Ev polîtîkayên qirêj ên kûrkirin û mayîndekirina nakokiyên nav Kurdan ji xwe re dikir armanc, berî niha li Zînê Wertê û niha jî li Amediyê cardin derket meydanê. Hefizaya me ya dîrokî û civakî cardin tîne bîra me ku, pêkanîna şerekî navxweyî û kûrkirina nakokiyên nav Kurdan dê zirareke mezin bide hemû alî û partî û temamî miletê Kurd. Di van salên dawî de gelek operasyonên leşkeri li dijî Başûrê Kurdistanê pêk hat û di encamê de gelek sivîl hatin kuştin, gund hatin valakirin û gel ji cih û warê xwe hat koçberkirin. Ligel van êrişan çêbûn û belavbûna nakokî û pevçûnên nav Kurdan, dê xisarên mezin li ser hemû aliyan bike. Em bangî hemû sazî û partî û aliyên Kurdan dikin ku rê nedin şerekî navxweyî û birakujiyan dubare nekin.”

Gelê Kurd û erdnîgariya Kurdistanê encam û bandorên şerê navxweyî û birîna birakujiyê gelek baş dizane û dibêje: “Divê Kurd wî şerî gur nekin û berevajî wê birînên xwe yên berê yên birakujiyê derman bikin. Ev berpirsyariyeke dîrokî ye ku li ser hemû alî û partî û hêzên Kurdistaniyan ferz e. Şerê navxweyî dê hemû destkeftiyên Kurdan ku bi berdêleke mezin hatine bidestxistin têk bibe.”

Di beşeke din Hêzên dagirker hewl didin ku di nav Kurdan de berberiyê zêdetir bikin û ji xwe re riya dagirkirinê rewa û ferz bikin. Loma jî hewl didin ku hêzên Kurd têkevin qirika hevdu û alozî zêdetir bibin. Bi salan e li ser vî esasî Kurd ji xwe re kirine kole û bende û hemû mafên wan ên bingehîn desteser kirine. Veçirandina vê polîtîkayê, têkbirina vê xeleka dîrokî ku dixwazin têxin stûyê Kurdan, bi avakirina yekîtiya neteweyî û bi hêzkirina hevgirtin û yekrêziyê pêkan e. Dem ne dema şerên navxweyî û birakujiyê ye, dem dema yekîtî û tifaqa Kurdan e.

Kurd û gelên Kurdistanê di proseqonaxeke dîrokî re derbas dibin. Gelek delîve û fersendên mezin ên dîrokî îro li ber Kurdan e. Gelê Kurd îro li benda pêkanîn û encamdana wan delîve û fersendan e ku dê azadî û aramiya Kurdan misoger bike. Gelê Kurd nikare sedsalên xwe, siberoja xwe ya ronak bike qurbaniya şerê navxweyî û destkeftiyên xwe berhewa bike. Lewma di vê pêvajoya giring û dîrokî de hevgirtina Kurdan dê rê li ber polîtîkayên qirêj ên dagirkeran bigire.

Kurd ji her demê zêdetir pêdivî bi yekîtiyê dibînin. Divê ew hewldanên dîrokî yên avakirina yekîtiya neteweyî bên mayîndakirin û aramiya nav Kurdan bê misogerkirin. Ev bersiveke dîrokî ye ji bo wan hêzên dagirker ku dixwazin Kurdan bi şerê navxweyî re rû bir û bihêlin. Ev berpirsyarî erkeke sereke ye ji bo hemû aliyên Kurd û bingeha yekîtiyê ye.

Li her aliyê Kurdistanê, divê hemû partiyên Kurd berî her tiştî destkeftiyên Kurdan biparêzin. Parastina destkeftiyên Kurdan, dê hemû lîstokên dewletên dagirker pûç bike û rê li ber dagirkerî û mêtingeriya axa Kurdistanê jî bigire.”