Li Mûşê heta 15 rojan hemû çalakî hatin qedexekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê, bi biryara walîtiyê hemû corên çalakiyan li seranserî vê parêzgehê bo dema 15 rojan hatin qedexekirin.

Walîtiya Mûşê bi daxuyaniyelê de aşkere kir, ku  li sînorê vê parêzgehê hemû corên çalakiyan bo demeke diyarkirî qedexe ne.

Li gor daxuyaniyê, biryara qedexeyê civîn, meş, civînên çapemeniyê, kombûnên li cihên girtî yan vekirî, çalakiyên protestokirinê, mitîng, vedana konan, çalakiyên rûniştinê, vekirina standan, grevên birçîbûnê, merasîmên bîranînê, daleqandina poster û pankartan, belavkirina belavokan, danîna maseyên komkirina îmzeyan û konferansan li xwe digire.

Li gor daxuyaniyê, qedexe dê bo dema 15 rojan bidome û ji îro 4ê Mijdarê demjimêr 00.01ê dest pê dike û dê heta roja 18ê Mijdarê demjimêr 23.59an berdewam bike.