Mistefa Balî bo Rûdawê: Mazlûm Kobanî birîndar nebûye

04-11-2019
RÛDAW
HSDê nûçeya birîndarbûna Mazlûm Kobanî red kir
HSDê nûçeya birîndarbûna Mazlûm Kobanî red kir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mistefa Balî nûçeyên birîndarbûna Fermandeyê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî red kir û got bi ti awayî birîndarbûna Mazlûm Kobanî ne rast e.

HSDê nûçeyên ku behsa birîndarbûna Fermandarê Giştî yê wan Mezlûm Kobanî dike ret kir û got ew berdewam e li ser erkê xwe ye.

Berpirsê Ofîsa Medyayî ya HSDê, Mistefa Balî ji Rûdawê ragihand ku  Fermandarê wan ê Giştî li ser karê xwe berdewam e û propagande bandorê li ser rewşa me nake. 

Îro nûçeyek hate belavkirin ku Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî birîndar bûye lê Peyamnêrê Rûdawê li Qamişlo da xuyakirin ku li gorê zaniyariyên ku ji HSD û Rêveberiya xweser bi dest Rûdawê ketine ew nûçe ne rast û Mezlûm Kobanî li ser erkê xwe berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst