Kongrêsmanê Amerîkî: Divê em hewl bidin di Sûriya nû da cihê Kurdan hebe

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Kongrêsa Amerîkayê Adam Smith ragihand ku ew naxwazin Sûriyeke bêyî Kurdan hebe û divê ew amadekariyê bikin ku di Sûriya nû da cihê Kurdan hebe.

Şaneke Kongrêsa Amerîkayê  di bin serokatiya Adam Smith li Herêma Kurdistanê kombûnên xwe yên li gel berpirsên kurdistanê berdewam dikin.

Kongresmanê Amerîkî Adam Smith di civîneke rojnamevanî ya hevbeş ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de ragihand ku hevahengî û berdewamiya piştevaniya Amerîka dê Kurd re berdewam be.

Adam Smith amaje kir ew hewl didin di Sûriya nû  de rola Kurd tê de bihêz be û got: “Hevkariya me ligel Hêzên Sûriya Demokratîk berdewam e, û em hewl didin rê li ber careke din derketina DAIIŞê bigirin. Nabe DAIŞ careke din li ew navçeyên pêştir lê hebûn derbikeve. Ji bo parastina aramiya navçeyê em ligel hêzên Kurdî hevkariyê dikin. Em naxwazin Sûriyeyekê bêyî Kurdan hebe, divê em amadekariya wê yekê bikin ku di Sûriya nû de cihê Kurdan hebe.”

Derbara armanca mana hêzên Amerîkî li Sûriyê de Smith diyar kir Serokê Amerîkayê şaş e dema dibêje ku tenê armanca wan zeviyên petrolê ye û wiha pê de çû: “Em ne ji bo petrolê li Sûriyê ne, ti daxwazeke me ya em petrolê ji xwe re bibin nîne, armanca me ew e ku ew dever nekevin di destê DAIŞê de û ew ji petrolê sûdê wernegirin. Girîng e kêlgehên petrolê nekevin destê DAIŞê. Em ne ji bo petrol li wir in, em dixwazin pêwendiyên me bi wê navçeyê re baş be.”

Kongrêsmanê Amerîkî rexne li polîtikaya Trump a Rojavayê Kurdistanê kir û got: “Em piştevaniyê li siyaseta Serok Trump nakin û me li Kongresê biryar da ku piştevaniya hêzên li Sûriyê bikin û Tirkiyê bê sizadan. Amerîkayê herdem piştevanî li Kurd kiriye û ew piştevanî dê berdewam be.”