Qeyûm li ser Şaredariya Qoserê jî hat danîn
Hewlêr (Rûdaw) - Walîtiya Mêrdînê ragihand, Hevseroka Şaredariya Qoserê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ve Nîlûfer Elîk Yilmaz ji kar hat dûrxistin û li şûna wê Qeymeqamê Qoserê Huseyîn Çam wek qeyûm hat danîn.
Li gor daxuyaniya Walîtiya Mêrdînê, derbarê Hevseroka Şaredariya Qoserê Nîlûfer Elîk Yilmaz de bi tohmeta “endambûna rêxistina çekdar a terorê” li 2emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê dosya heye û ji ber vê yekê ji kar hatiye dûrxistin.
Nîlûfer Elîk Yilmaz vê sibê dema xwest biçe avahiya şaredariyê polîsan rê nedane wê.
Şaredariya Qoserê jî li ser hesabê xwe yê twîtterê nivîsiye: “Qeyûm bo şaredariya me hatiye danîn û teblîxata fermî nadin Seroka Şaredariya me."
Heta niha ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve li ser 14 şaredariyên Bakurê Kurdistanê yên di destê HDPê de qeyûm hatine danîn û hevserokên şaredariyan an hatine dûrxistin an jî hatine girtin û lêpirsîn derbarê wan de hatine vekirin.
Di hilbijartina roja 31ê Adara 2019an de HDPê 69 şaredarî bidest xistin. Her ji destpêkê ve şeş şaredarî ji ber biryarên rewşa awarte nikarîn mohleta destbikarbûnê werbigirin û şaredarî gehiştin berbijêrên AK Partiyê.
Piştre qeyûm bo ser 14 şaredariyan hatin danîn ku 3 ji wan şaredariyên mezin in. Bi vê yekê ji 69 şaredariyan tenê 49 şaredarî di destê HDPê de mane.
Şaredariyên qeyûm li ser wan hatine danîn, ev in:
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê
Şaredariya Colemêrgê
Şaredariya Pasûrê – Amed
Şaredariya Kayapinar – Amed
Şaredariya Bismilê – Amed
Şaredariya Karazê – Amed
Şaredariya Erdîşê – Wan
Şaredariya Geverê – Colemêrg
Şaredariya Xinisê û Erzerom
Şaredariya Nisêbînê – Mêrdîn
Şaredariya Cizîrê – Şirnex
Şaredariya Qoserê - Mêrdîn
Waliyên heman parêzgehan wek qeyûm bo Şaredariyên Bajarên Mezin hatine danîn, bo şaredariyên bajarokan jî qeymeqam wek qeyûm hatine danîn.