Hewlêrê ji bo guftûgoyan 7 xal pêşkeşê Bexdayê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Endamekî şanda leşkerî yê Herêma Kurdistanê yê ji bo danûstandinên li gel Iraqê ragihand, ku ji bo guftugoyan wan 7 xal pêşkeşî hikûmeta Bexdayê kirine û niha li hêviya bersivê ne.


Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ji Rûdawê re ragihand: “Di civîna dawîn a şandên leşkerî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê de, ku roja Pênşemê 02-11-2017, li Mûsilê hate encamdan, herdu aliyan reşnivîsekî 7 xalî ji bo guftugoyan amade kiribûn. Piştî hûrbîniya ser vê reşnivîsa herdu aliyan û razîbûna serkirdetiya siyasî ya Kurdistanê, me pêşniyarên xwe di 7 xalan de pêşkeşê hikûmeta Iraqê kir û em niha li hêviya bersiva wan in.”

 

Cebar yawer derbarê naveroka van 7 xalan de zanyarî nedan lê got: “Bi awayekî giştî, mijara sereke bicîhkirina hêzên hevbeş e li navçeyên nakok ûy herwiha çawanî û çendetiya vê hêzê de ye. Kî û çawa dê serpereştiya van hêzan bike? Me daxwaz kiriye, ku li xalên sînor hêzên medenî û yên hevpeymanan hebin. Lê heta niha li ser 3 xalan nakokî hene.”

 

Roja 16ê Cotmehê çekdarên Heşda Şeibî û hêzên iraqî êriş anîne ser Başûrê Kurdistanê, Kerkûk, Xurmato û Xaneqîn jî di nav de, çend navçeyek kontrol kirin.

 

Piştî berdewambûna êrîşan li Hewlêr, Duhok û Deşta Nînowayê pevçûn derketin.

 

Piştî vê yekê hikûmeta Iraqê liv û tevgera xwe ya leşkerî rawestand û bi serpereştiya Amerîkayê di navbera pêşmerge û artêşa Iraqê de guftugoyan dest pê kir. Herdu aliyan heta niha çendîn civîn kirin lê negihiştine rêkeftina dawî.