Çîroka şehîdbûna pêşmergeyekî bi tanka Abrams a Heşda Şeibî

Kerkûk (Rûdaw) – Hêjar Bêstûn navê wê pêşmergê ye, ku di êrîşa 16ê Cotmehê de li Kerkûkê şehîd bû. Hêjar heta kêliyên dawiyê jî çepera xwe berneda û çeka BKC li dijî Heşda Şeibî şer kir. Lê çekdarên Heşda Şeibî nekarîn bi çek li hember bexwedana wî bisekinin û lewma bi tanka Abrams dane ser. Wî beriya şehîdbûna xwe tenê ev gotin gotiye: “Ezê axa xwe bixwim lê axê nafiroşim!”


Dayik û bavê Hêjar Bêstûn dibêjin, ew ji bo bilindkirina Ala Kurdistanê şehîd bûye, lewma jî serbilind in. Hêjar Bêstûn di çepera xwe de, bi destê xwe ala Kurdistanê nexşandiye û sînorên Kurdistanê diyar kiriye.

 

Di êrîşa 16ê Cotmehê de Hêjar Bêstûn heta çirkeya dawî ya jiyana xwe li dijî Heşda Şeibî şer kir û bû berbestekî polayî. Lê, çekdarên mîlîsî yên Heşda Şeibî, li dûrê hemû bahayên mirovî êrîş dikin, bi tank didin ser û wî dipelixînin.

 

Xizm û malbata Hêjar Bêstûn, piştî şehîdbûna wî xwe digihînin qada şer. Lê ji ber berma û kelûpelan, termê şehîdê xwe nas dikin. Ji bo piştrastbûnê jî li ser termê pişkinîna pizîşkî dikin.

 

Dayika wî Leyla Necmedîn dibêje: “Ez çûme nav qamîşan. Cihê şer bû. Termê wî nedixwiya. Çekê wî yê BKC û pîkabekî şewitî li wir bûn. Min di otomobîlê de piyala wî ya çay û kevçikê wî yê xwarinê dît. Min got ev yê wî ne Xelîl.”

 

Dayika wî li ser termê wî tesbîha xalê wî û zîncîra BKC dibîne û diyar dike: “Kurê min ji bo Kurdistanê û di oxira Ala Kurdistanê de şehîd bû.”

 

Bavê wî Xelîl Mehmûd jî dibêje: “Madem di rêya Kurdistanê de şehîd bû, serê min bilind e.”

 

Niha gora wî ji bo malbat û hevrêyên wî yên pêşmerge bûye cihekî arambûna hest û dilê wan.

 

Ji ber heskirina wî ya li hember ala Kurdistanê, beriya şehîdbûnê wesiyet kiriye da ku alekê li ser gora wî bilind bikin da ku hemû kes wî weke “Şehîdê Alê” nas bike.