Ocalan: Abdullah Ocalan dubare hate girtin

04-11-2016
RÛDAW
Nîşan Osman Ocalan Selahattin Demirtaş HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Siyasetmedarê kurd Osman Ocalan girtina Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş şibande girtina Abdullah Ocalan û got ku “li Tirkiyê şoreşeke îslamî tê kirin.”

 

Birayê rêberê PKKê Abdullah Ocalan û siyasetmedar Osman Ocalan ji weşana zindî ya Facebooka beşa tirkî ya Rûdawê re axivî got: “Li Tirkiyê ji 15ê Tîrmehê ve şoreşeke îslamî tê kirin. Weke tê zanîn ev şoreş pêwîstî bi kurdan û komên din ên îslamî jî nabîne. Ji aliyekê sîstema Kemalîst ji holê radike û ji aliyê din ve jî mûxalefeta kurdan têk dibe û dixwaze rêya xwe veke.. Bi vî awayî yasayên rejîma xwe ya îslamî disepîne.”

 

Ocalan diyar kir ku şoreşa îslamî ya Tirkiyê pêwîstî bi beş û cudahiyên din ên civakê nabîne û girtina parlamenrên HDPê jî pêngaveke din ê giring a vê şoreşa îslamî ye.

 

Osman Ocalan di berdewama axaftina xwe de ragihand: “Şoreşa Îslamî ya Tirkiyê ji bo silametî û pêşketina xwe pêwîst dibîne ku tekoşîna neteweyî ya kurd ji nav bibe. Ji ber vê yekê kuştin, girtin, mişextkirinê pêş dixe.”

 

Ocalan diyar kir, ku dem ne dema tekoşîna çekdarî lê dema berxwedana demokratîk e û wiha axivî:

 

“Divê li hemû qadan berxwedana demokratîk pêş bikeve. Kurd li Tirkiyê, li hemû beşên Kurdistanê û derveyî welat divê berxwedana xwe ya demokratîk bilind bikin û rê nedin ev şoreş kurdan têk bibe. Girtina birêz Demirtaş bi qasî girtina birêz Ocalan giring e. Di kesayeta Demirtaş de Ocalan dubare hate girtin.”

 

Osman Ocalan bûyerên li Tirkiyê şibande şoreşa îslamî ya Îranê û daxuyand, “Rejîma Xumeynî jî hemû mûxalefetên civakî tune kir û bi vî awayî rejîma xwe saz kir.”

 

Ocalan daxwaz kir ku kurd li hember vê yekê bibin xwedan helwest û çeperên demokrasiyê biparêzin.  



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst