Hevseroka DBPê Sebahat Tuncel hat binçavkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Hevseroka DBPê, Sebahat Tuncel û 9 kesên din li pêşberî dadgeha Amedê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hatin binçavkirin.

 

Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk, Sebahat Tuncel li gel çendîn rayedar û alîgirên her du partiyên DBP û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bo protestokirina binçavkirina hevserokên HDPê, Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag û herwiha 9 parlamenterên din ên wê partiyê, li pêşberî dadgeha Amedê amade bibûn.

 

Pêştir Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê çar dosya li dijî Sebahat Tuncel tomar kiribû û daxwaza cezakirina wê kiribû.

 

Tuncel ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê ve bi propagandakirin û piştgirîkirina Partiya Karkerên Kurdistanê hatibû tohmetbarkirin.

 

Di dosyayên fermî de, tohmeta, encamdana tawan û piştgiriya li tawanbar rastî Tuncelê hatibû kirin.

 

Herwiha Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Leyla Guven jî hate binçavkirin