Şanda Hikûmeta Tirkiyeyê ligel Serokwezîr û Wezîrê Pêşmerge civiya

Hewlêr (Rûdaw)- Şandeke hikûmeta Tirkiyeyê bi serokatiya Şêwirmendê Wezareta Derve yê wî welatî Ferîdûn Sinirlîoglu duhî hat Hewlêrê û ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyîd Qadir  civiya.

Çavkaniyekî ji Rûdawê re ragihand: “Şevê din şanda hikûmeta Tirkiyeyê ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyîd Qadir civiya.”

Derbarê naveroka civînê wî çavkanî ti agahiyên din nede, tenê got: “Encamên civînê erênî bûn.”

Ferîdûn Sinirlîoglu ku yek ji şêwirmendên mezin ên Wezareta Derve ya Tirkiyeyê, serokatiya wê şandê dikir.

Hatina vê şanda hikûmeta Tirkiyeyê ji ber wê yekê balkêş e ku ji destpêka êrişên DAIŞê li dijî Başûrê Kurdistanê, ev cara yekem e şandeke tirk bi fermî serdana Herêma Kurdistanê dike.


Li ser helwesta Tirkiyeyê li hember êrişên DAIŞê li dijî Başûrê Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gotibû, em li bendê bûn Tirkiyeyê zêdetir alîkariya me bike.