QAMIŞLO - Droneke Tirkiyeyê êriş kir: 2 kesan canê xwe ji dest da

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Asayîşa Rojavayê Kurdistanê Qamişlo Amûdê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Droneke Tirkiyeyê otomobîlek li ser rêya Qamişlo-Amûdê bombebaran kir.

Ji ber êrişê 2 kesan canê xwe ji dest daye.

Asayişa Rêveberiya Xwesera Rojavayê Kurdistanê li ser êrişê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê di bombebarana droneke Tirkiyeyê de jin û mêrekî canê xwe ji dest daye.

Li gor daxuyaniyê dronê destpêkê otomobîl bombebaran kiriye û di encamê de otomobîl ji rê derketiye.

Piştre dronê bombeyek avêtiyê otomobîlê û di encamê de jin û mêrekî ku di otomobîlê de bûne canê xwe ji dest daye.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê ewlehî û jiyana welatiyan dixin metirsiyê û Tirkiye peyman û qanûnên navneteweyî bin pê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst