AMED - Çinîna pembo dest pê kir: ‘Em sal bi sal zererê dikin’

Amed (Rûdaw) – Li parêzgeha Ameda Bakurê Kurdistanê çinîna pembo dest pê kir lê cotkar ji halê xwe nerazî ne û dibêjin sal bi sal ew zererê dikin.

Ji ber mesrefên zêde û enflasyonê, karker jî û cotkar jî nerazî ne.

Pemboyê ku piraniya cil û bergên me pê tên çêkirin û gelekî tendurist e wekî zêrê spî jî tê pênasekirin.

Ji ber enflasyonê  ew jî bê qedir bûye. Gelek cotkar ji ber mesrefên zêde êdî naxwazin pembo biçînin.

Cotkar dibêjin, sala ku ew pembo diçînin zererê dikin.

Her tişt du qat bûye, sê qat bûye lê pembo wekî xwe maye.

Li Amedê zêdetirî 3 milyon donim zeviyên çandiniyê hene.

600 heta 800 hezar donim pembo hatiye çandin.

Cotkar dibêjin, heger ew îsal qezenceke baş nekin, ew dê dev ji cotkariyê berdin.

Her çiqas navê zêrê spî li pembo kiribin jî di vê enflasyonê de ew jî bê qedir bûye.

Yasîn Gun ji gundê Şilbê yê Amedê ye. Ji ber lêçûnên zêde îsal 600 donim erd kêmtir ajotiye.

“Sal bi sal em zererê dikin”

Yasîn Gunê cotkar li ser cotkariya pembo wiha got:

"Sal bi sal zerer, me niha aniye 150 donimî. Ji ber çi?

Ji ber ku xwe xilas nake. Her tişt du qat bûye, sê qat bûye lê ev pembo di cihê xwe sekinandî ye.”

Li bajarê Amedê di 3 milyon donim zevî de çandinî tê kirin.

Di navbera 600 û 800 hezar donim erd jî pembo tê ajotin.

Hin cotkar dibêjin heger ew îsal ji pembo qezenceke baş nekin, ew dê dev ji cotkariyê berdin.

“Bila dewlet alîkariyê bide me”

Cotkar Osman Karakuş jî wiha axivî:

“Wileh wiha be, em êdî nikarin bajon.

Perîşanî li qirikê ye ji xwe. Tu halê me dibînî. Ev karker jî pereyekî pir ji me dixwazin.

Erdê me jî bi makîneyê nayê çinîn. Bila dewlet hinekî din alîkariyê bide me.”

Li bajarê Amedê 32 hezar cotkarên tomarkirî hene.

Li gorî amarên nefermî hejmara cotkaran ne kêmî 70 hezarî ye.

Di karê demsalî yên cotkariyê de jî salane herî kem 200 hezar karker dixebitin.

Aniha ji ber heqdest têra wan nake, ew jî wekî cotkaran ji vî karî sar bûne. 

Resûl Çakirê karker jî ji heqdestê karkerên pembo nerazî ye.

Li gorî karkeran ne ew û ne jî cotkar ji vî karî pereyan qezenc dikin.

Di aliyê hilberîna pembo de bajarê Amedê li ser asta Bakurê Kurdistanê yekemîn û li ser asta Tirkiyeyê jî di rêza çaremin de ye.

Li gorî amarên parêzgariyê par li Amedê 560 hezar ton pembo hatiye berhemanîn.

Çavê cotkaran lê ye ku îsal ev rêje bigihije 650 hezar tonî.