Colemêrg: Di 4 mehên dawî de 15 kesan xwe kuştiye

04-10-2023
RÛDAW
Nîşan Colemêrg Xwekuştin Platforma Civaka Sivîl a Colemêrgê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 20 Rêxistinên Civaka Sivîl ên parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê li ser zêdebûna amarên xwekuştinê platformek ava kir.

Ji  parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê amarên xwekuştinan roj bi roj zêde dibin.

Li gorî amarên Şaxa Colemêrgê ya Komaleya Mafên Mirovan tenê di 4 mehên dawî de 15 kesan li Colmêrgê xwe kuştine û 13 kesan jî hewla xwe kuştinê daye.

Ev demek e zêdebûna amarên xwekuştinan mijara sereke ya rojeva raya giştî ya Colemêrgê ye.

Li gorî zanyariyan sedemên sereke yên xwekuştinên li Colemêrgê  bêkarî, hejarî, koç, zext, guvaş û tûşbûn û bikaranîna maddeyên hişbir e.

Partiya Çepên Kesk (YSP) û  Şaxa Colemêrgê ya Komaleya Mafên Mirovan ev demek e li ser zêdebûna xwekuştinan xebatên lêkolînan dane destpêkirin.

Piştî wan jî niha rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û sendîkayan ji bo lêkolînên li ser xwekuştinên li Colemêrgê xebatek da destpêkirin.

Li gorî nûçeyeke Arti Gerçekê 20 Rêxistinên Civaka Sivîl ku ji  şaxên Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komaleya Hiquqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), KESK, DISK, Baroya Colemêrgê, Odeya Esnaf û Pîşesazkaran, Cemiyeta Rojnamegerên Colemêrgê, Klûba Çiyageriyê ya Cîloyê û çend saziyên din pêk tên ji bo lêkolînên li ser xwekuştinan Platforma Civaka Sivîl a Colemêrgê avakirine.

Vê platformê yekem civîna xwe di 1ê Cotmehê de li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê pêk anî ku li seranserê Colemêrgê xwekuştinên herî zêde li wê navçeyê ne.

Platforma Civaka Sivîl a Colemêrgê ji bo lêkolînên li ser xwekuştinan komîsyonek jî avakiriye.

Tê plankirin ku ew komîsyon serdana sazî û malbatana bike û lêkolînên meydanî bike.

Platforma navborî dê civîna xwe ya duyem a vê mehê jî li navçeya Geverê bike.

Platformê biryar daye ku ji bo rûbirûbûna xwekuştinan pêngavên berbiçav biavêje.

Li ser zêdebûna amarên xwekuştinê saziyên fermî jî derbarê mijarê de dest bi xebatan kirine.

Bi pêşengiya Parêzgarê Colemêrgê Alî Çelîk derbarê rêgirtina li xwekuştinan 15ê Îlona 2023yan civînek hatibû saz kirin.

Di wê civînê de hatibû ragihandin ku li ser sedemên xwekuştinan gotûbêj hatine kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst