Li Dêrsimê çinîn û patoza fasûliyan: Em debara xwe bi vî karî dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê demsala berhevkirina çinîn û fasûliyan dest pê kir.

Li navçeya Pulurê ya Dêrsimê bi derketina rojê re karker berê xwe didin nav zeviyan û dest bi çinîna fasûliyan dikin.

Cotkarê faûliyan Hidir Sevînç got, “Fasulye ji 5 heta 15ê Hezîranê tên çandin. Ji 15ê îlonê heta dawiya îlonê tên çinîn. Heta 8ê Çiriya Pêşîn jî  ev kar bi dawî dibe.”

Li Pulurê ji ber ku piraniyan zeviyan bikevir in, makîne nikarin berhemê gundiyan rakin.

Ji ber wê jî jin bi destan fasûliyan diçinin û ji sibê heta êvarî pişta xwe rast nakin. 

Karkerên jin li hemberî wê ked û zehmeta xwe rojane tenê di navbera 500 heta 600 lîreyên Tirkî werdigirin ku nake 19 dolar.

Suna Beyazgulê got, “Hinek caran dema kar hebe em tên nav zeviyên fasûliyan. Em sibehê demjimêr 6an tên.

"Em debara xwe bi vî karî dikin."

Li ber tavê pişta me diêşe. Hemû derê me diêşe. Em demjimêr 06:00an tên û  demjimêr 18:00an diçin malê. Baş an xirab em debara xwe bi vî karî dikin.”

Cotkar berhema xwe di zeviyan de çend rojan li ber tavê dihêlin daku hişk bibe.

Piştî wê fasûlî tên patozkirin û hebên fasûliyan yek bi yek ji bêjinga patozê tên xwarê.

Cotkar di qonaxa dawî de jî berhema xwe paket dikin û kîloya wan bi 80 lîreyên Tirkî difiroşin bazaran.

Cotkar Hidir Sevînç jî diyar kir, ji ber ku makîne li zeviyan nayên bikaranîn karê wan zehmet bûye û got:

“Ji ber wê jî xerciya berhemê hinekî din zêdetir dibe. Bivê nevê berhem jî hinekî bihatir dibe.

Em berhemê xwe difiroşin navçeya xwe jî. Ji bilî, Îzmîr, Enqere û Stenbolê em difiroşin parêzgehên Xarpêt, Çewlîg, Amed û derdorê jî.”

Berhema fasûliyan ji bo xelkê navçeyê deriyekî girîng ê dahatê ye.

Îsal 205 cotakarên Pulurê li ser rûberê 3 hezar û 671 donim erdê navçeyê fasûlî çandine. 

Coktkar dibêjin berhema wan ji sedî 100 xwezayî ye û di pêvajoya berhemanînê de ti gubre û derman kîmyayî nehatine bikaranîn.