Rûspiyên Dêrezorê: Em hewlên derxistina fitneyê qebûl nakin
Hewlêr (Rûdaw) – Şandeyeke ku ji serokeşîr, rûspî û Fermandariya Encûmena Serbazî ya Tebqeyê pêk tê, bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re civiya.
Şandeyê êrişên çekdarî yên li hemberî HSDyê şermezar kirin.
Şandeya ku ji serokeşîr, rûspî û Fermandariya Encûmena Serbazî ya Tebqeyê pêk tê, li dijî tevlîheviya li Rojhilatê Dêrezorê piştevaniya xwe ya ji bo HSDyê bi peyamekê nîşan da.
“Em fitneyê qebûl nakin”
Rûspiyekî ji şanda Dêrezorê got, “Em hewlên çêkirina fitneya di navbera Ereb û Kurdan de qebûl nakin.”
Hevserokê Encûmena Meraşdeyê ya Sosê Esed Dexîl jî got:
“Daxuyaniya me ji bo raya giştî û navdewletî ye. Em ji rojhilatê Dêrezorê radigihînin.
Em rûspî, rewşenbîr û encûmenên hêla rojhilat, destwerdana rejîma Sûriyeyê û milîsên Îranê ya bi navê ‘Meclîsa Eşayîr’ ya li ser navçeya xwe protesto dikin.
"Em rê nadin tevlîhevî û nîjadperestiyê"
Em li dijî destwerdana rejîmê û milîsên wê ne.
Em baş dizanin ku rejîm dixwaze di navbera pêkhateyan de fitneyê derxe. Nexasim jî di navbera Ereb û Kurdan de fitneyê çêdikin.
Em rê nadin tevlîhevî û nîjadperestiyê. Em piştevaniya xwe ji bo HSDyê radigihînin.”
Komên hikûmeta Sûriyeyê û DAIŞê, ji dawiya tebaxa borî ve heta niha êrişî HSDyê dikin.
Ew êriş bi operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” hatin pûçkirin.