Rûspiyên Dêrezorê: Em hewlên derxistina fitneyê qebûl nakin

04-10-2023
RÛDAW
Rûspiyên Dêrezorê êrişên çekdaran ên li hemberî HSDyê şermezar kirin
Rûspiyên Dêrezorê êrişên çekdaran ên li hemberî HSDyê şermezar kirin
Nîşan Dêrezor HSD Kurd Ereb
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şandeyeke ku ji serokeşîr, rûspî û Fermandariya Encûmena Serbazî ya Tebqeyê pêk tê, bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re civiya.

Şandeyê êrişên çekdarî yên li hemberî HSDyê şermezar kirin.

Şandeya ku ji serokeşîr, rûspî û Fermandariya Encûmena Serbazî ya Tebqeyê pêk tê, li dijî tevlîheviya li Rojhilatê Dêrezorê piştevaniya xwe ya ji bo HSDyê  bi peyamekê nîşan da.

“Em fitneyê qebûl nakin”

Rûspiyekî ji şanda Dêrezorê got, “Em hewlên çêkirina fitneya di navbera Ereb û Kurdan de qebûl nakin.”

Hevserokê Encûmena Meraşdeyê ya Sosê Esed Dexîl jî got:

“Daxuyaniya me ji bo raya giştî û navdewletî ye. Em ji rojhilatê Dêrezorê radigihînin.

Em rûspî, rewşenbîr û encûmenên hêla rojhilat, destwerdana rejîma Sûriyeyê û milîsên Îranê ya bi navê ‘Meclîsa Eşayîr ya li ser navçeya xwe protesto dikin.

"Em rê nadin tevlîhevî û nîjadperestiyê"

Em li dijî destwerdana rejîmê û milîsên wê ne.

Em baş dizanin ku rejîm dixwaze di navbera pêkhateyan de fitneyê derxe. Nexasim jî di navbera Ereb û Kurdan de fitneyê çêdikin.

Em rê nadin tevlîhevî û nîjadperestiyê. Em piştevaniya xwe ji bo HSDyê radigihînin.”

Komên hikûmeta Sûriyeyê û DAIŞê, ji dawiya tebaxa borî ve heta niha êrişî HSDyê dikin.

Ew êriş bi operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” hatin pûçkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst