3 malbatên ji Kobaniyê di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de asê manê

04-10-2023
Helebja Sadon
Koçberên ji Kobaniyê/Wêne: Rûdaw
Koçberên ji Kobaniyê/Wêne: Rûdaw
Nîşan Koçber Kobanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 3 malbatên ji bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê hefteyeke di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de asê manê.

3 malbatên ji Kobaniyê di dema êrşa DAIŞê de ji neçarî koçberî Bakurê Kurdistanê bûbûn.

Ev malbat ji 2014an ve li Amedê diman lê piştî erdhejê neçar man ji wê derê jî bar bikin.

Li çar parçeyên Kurdistanê geriyan, wan ji xwe re starek nedît

Ji ber ku jiyana wan li wê derê xerab bûbû, ji Bakurê Kurdistanê bi qaçaxî derbasî Rojhelatê Kurdistanê bûn û ji wir hatine Herêma Kurdistanê.

 Lê ew malbat, li qezaya Koyeyê ya di navbera Hewlêr û Silêmaniyê asê mane, ne dikarin werin Hewlêrê, ne jî dikarin vegerin Silêmaniyê.

20 sal mamoste bû lê êrişa DAIŞê ew koçber kir

Koçberê ji Kobaniyê Adil Silo got "Dema erdhej çêbû, em bê mal man û ji wê demê ve rewşa me xirab e.

Lewma me berê xwe da Herêma Kurdistanê.

Dema em hatin Herêma Kurdistanê, asayîşa Silêmaniyê em veguhestin rêbenda Koyeyê û piştre em hatin rêbenda Hewlêrê.

Lê wan ji me re gotin divê hûn xwedî îqame û form bin an jî em we derbas nakin."

Adil Osman bajarê xwe 20 sal mamostetiyê dikir lê êrişa DAIŞê ya li ser Kobaniyê wan ew koçber kirin.

Ev du car in koçber dibin. Koçberiya wî ya vê carê birînên wî yên kevin vekirin.

Êdî tenê xewnên wî ji bo malbata wî cihekî aram e.

“Ka em dê bi ku de herin?”

Saliha Osmanê wiha anî ziman "Bi rastî rewşa me gelekî xirab e.

Em li van deran rezîl bûnê. Ka em dê bi ku de herin?"

Zavayê malê Osman li Amedê hostayê dergeh û penceran bû.

Bavê 2 zarokên wî yên bi navê Mihemed û Huner hene.

Karê wî rawesta, wî jî li gel malxezûrê bar kir, ji bo jiyaneke baştir lê rêbendan ew li Koyeyê girêdan.

“Em li vir rezîl û perîşan bûn”

Zavayê malê Osman Osman diyar kir, "Du zarokên min hene û pêwîstiya keça min bi çareseriyê heye.

Divê ji 3 mehan carekî wê bibim nexweşxaneyê lê em li vir rezîl û perîşan bûn.

Em dixwazin herin ji bo ku jiyana xwe bi rê ve bibin."

Piştî ku 5 rojan li çolan man, bi alîkariya Encûmena Kurdên Rojavayê Kurdistanê li qezaya Koyeyê, xêrxwazekî malek ji bo wan kirê kiriye.

Lê asayîşa Koyeyê ew agedar kirine ku divê heta 3 hefteyên din kar û barên xwe yên form û îqameyan çêbikin, an wê wan ji xanî derêxînin.

“Asayîşê tenê 3 hefte dem daye wan”

Serokê Encûmena Kurdên Rojavayê Kurdistanê yê Qezaya Koyeyê Edhem Silo got:

"Asayîşê tenê 3 hefte dem daye wan û pêwîstiya wan bi form û îqamê hene yan jî rêbenda Dêgele nahêlê ew herin Hewlêrê."

Hefteyek e li benda çareyekê ne. Çareyek û destekeke ku rêya wan veke û ber bi cihekî aram ve biçin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst