Li Dirbêsiyê keçeke 13 salî hat revandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê keçeke 13 salî ji aliyê kesên nenas ve hat revandin û heta niha nediyar e li ku ye.

Ehmed Hecî Elî yê bavê keça 13 salî ku xelkê Dirbêsiyê ye bû mêvanê Rûdawê û diyar kir ku doh hevjîna wî û keça wî ya bi navê Biryana li bajarê Dirbêsiyê hatine revandin.

Piştî wê bi çend demjimêran hevjîna wî hatiye berdan lê heta niha jî nayê zanîn ku keça wî li ku ye.

“Cilên sivîl li wan bûne”

Ehmed Hecî Elî li ser bûyerê got:

“Keça min û hevjîna min her du jî xistine otomobîlekê û birine. Wan dibe malekê û paşê wan ji hev diqetînin.

Hevjîna min gelekî gotinan ji wan re dibêje û ew bersivê nadin. Cilên sivîl li wan bûne.

Me ji Asayîşê re got û wêneyê wê da wan lê heta niha kesekî bersiva me nedaye.”

Ehmed Hecî Elî bi rêya Rûdawê bangî Fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî kir ku keça wî vegerîne.