Rêveberiya Xweser biryar da ku çekdarên DAIŞê dadgeh bike

04-10-2022
Xalid Cemîl Mihemed
Li gorî amarên Rêveberiya Xweser 15 hezar girtiyên DAIŞê yên ji 54 welatên cûda di zîndanên wê da ne
Li gorî amarên Rêveberiya Xweser 15 hezar girtiyên DAIŞê yên ji 54 welatên cûda di zîndanên wê da ne
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê Kemal Akif ragihand ku ew dê çekdarên DAIŞê dadgeh bikin.

Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê ragihand ku dê çekdarên DAIŞê yên ku li ba wê girtî ne dadgeh bike.

Berdevkê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser, Kemal Akif ragihand ku ew dê di destpêkê de çekdarên gilî li ser wan hene û destê wan di kuştina xelkên herêmê de heye, dadgeh bikin.

Serkirdeyê partiyekê li nav Rêveberiya Xweser ji tora Medyayî ya Rûdawê re tekez dike ku wan daxwaza dadgeheke navdewletî ji bo çekdarên DAIŞê kiriye, lê heta niha ev yek nehatiye bicihkirin. 

Sekreterê Partiya Demokratîk a Kurdistanî - Sûriya Ciwan Ebdulkerîm Siko got: “Me weke îdareya Rêveberiya Xweser û weke tevgera siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hemû civînên xwe de ji dewletên navnetewî re got ku yan welatiyên xwe yên di nav DAIŞê de werbigirin an jî dadgeheke dualî pêk bînin. Mixabin heta vê gavê jî bersiv nedane. Wezîrê Derve yê Swêdê di sala 2019an de gotibû ew jî dixwazin dadgeheke navnetewî çêbibe.”

Pirsa dadgehkirina çekdarên girtî yên DAIŞê, ji sala 2019yan ve, gelek caran ji aliyê Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) ve, hatiye gotûbêjkirin, lê heta niha ti aliyekî navdewletî piştgiriya pêkanîna dadgeheke taybet bi çekdarên DAIŞê nekiriye, lewma jî ew dibînin ku dadgeheke xwecihî damezrînin.

Ciwan Ebdulkerîm Siko herwiha got: “Damezrandina dadgeheke navdewletî kareke stratejî ye. Em vê mijarê cidî digirin û divê weletên di vê mijarê de berpirsyarên li karên xwe rabin.”

Li gorî amarên Rêveberiya Kampa Holê, ji tevaya 55 hezar û 194 nişteciyên Kampa Holê, 7 hezar û 897 kesên biyanî, ku hemû jin û zarokên çekdarên DAIŞê ne, li nav wê kampê dijîn.

Herwiha 15,000 girtiyên DAIŞê, li zindanên Rêveberiya Xweser in, ji 54 welatan in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst