Li nexweşxaneya ajelan a Wanê 800 ajelên kovî hatine dermankirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Nexweşxaneya Navenda Rehabilîtasyon û Parastina Ajelên Kovî ya Zanîngehê Yuzuncuyil a Wanê, îsal nêzîkî 800 ajelên kovî yên birîndar hatine dermankirin û careke din bo nav xwezayê hatin berdan.

Rêveberê Nexweşxaneya Ajelên Kovî li Wanê, Lokman Aslan dibêje, “Navenda me bi hemû pirsgirêkên ajelên kovî yên herêma Gola Wanê re eleqeder dibe. Ji ber herêma Gola Wanê navendeke ajelên kovî ye, corên nexweşên me jî zêde ne û ev jî dewlemendiya me zêde dike.”

Li nexweşxaneya ajelên kovî, ji hemû cor teyr û balindeyan bigre heta hirç û xezal tên dermankirin, ku piraniya wan ji aliyê nêçîrvanan ve tên birîndarkirin.

Lokman Aslan, Rêveberê Nexweşxaneya Ajelên Kovî dibêje, “Li navenda me li gor her demsalê ajel tên dermankirin. Demsalên biharê çêlikên ku ji hêlînên xwe vediqetin a dikevin tên navenda me. Em wek kreşê xizmeta wan dikin. Em li vê derê ji ajelên dirinde heta pezkoviyan derman dikin. Kund, Qijik, hemû corên wan derman dikin.”

Nexweşxaneya Navenda Rehabilîtasyon û Parastina Ajelên Kovî ya Zanîngehê Yuzuncuyilê, sala 2020an hatiye vekirin û xizmeta jiyana kovî ya bajarên Wan, Mûş, Colemêrg û Bedlîsê yên Bakurê Kurdistanê dike.

Li navendê sala 2020an 800, sala 2021ê hezar û 200 û îsal heta niha nêzîkî 800 ajelên kovî hatine dermankirin.