Serokwezîra Brîtanyayê nameyek ji Serokê Herêma Kurdistanê re şand

04-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyek ji Serokwezîra Brîtanyayê Liz Truss wergirt ku di nameya xwe de, Liz Truss tekezî li ser peywendiya bihêz a Brîtanya li gel Herêma Kurdistanê, wek hevbeşekî sereke li Rojhilata Navîn dike.

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro Sêşembê 4ê Cotmeha 2022an di daxuyaniyekê de ragihand, ku Serokwezîra Brîtanyayê Liz Truss nameyek ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şandiye.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, “Di nameya xwe da, xanim Truss spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî kir ji bo beşdarbûna wî ya di merasîma taziya Şahjin Elizabeth a Duyem, Şahjina koçkirî ya Şahnişîna Yekgirtî de û herwisa kêfxweşiya xwe jî ji bo dubare hevdîtina bi Serok Nêçîrvan Barzanî re nîşan daye.”

Di daxuyaniyê de tê gotin, Serokwezîra Brîtanyayê di nameya xwe ya ji bo Serok Nêçîrvan Barzanî de,” têkiliyên welatê xwe ligel Herêma Kurdistanê weke hevbeşekî sereke li Rojhilata Navîn bilind dinirxîne, herwiha balê dikşîne li ser wê yekê ku Şahnişîna Yekgirtî ligel Herêma Kurdistanê bihayên hevbeş wek azadiya raderbirînê û perwede û karên herî li pêş ên wek pirsên ewlehiyê û rûbirûbûna terorê heye. Liz Truss tekez jî kiriye, ku xebatên hevbeş li ser van pirsan û karê hevbeş berdewam dibin.”

Di dawiyê de, Serokwezîra Brîtanyayê Liz Truss hêvî xwestiye ku di erkê xwe yê nû de baştir bi Herêma Kurdistanê re kar bike û dostayetî û peywendiyên di navbera her du welatan de berfirehtir bibin.

Serokwezîra Brîtanyayê herwiha duh Duşembê nameyek ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re jî şandibû û têde gotibû, “Nirxên me yên hevbeş hene û em pabend in bi parastina ewlehî û aramjiyê li Herêma Kurdistanê wek beş ji Iraqeke bihêz û yekgirtî û em dê berdewam bin li ser wê yekê ku ji nêzîk ve bi hev re ji bo rûbirûbûna terorê kar bikin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst