Li Amedê teqe li karmendên nexweşxaneyekê hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li nexweşxaneyeke Zarokan û Jinan aa bajarê Amed a Bakurê Kurdistanê endamên sendîka û karmendên tendirustiyê xwarina ku fîrmayekê bo vê nexweşxaneyê amade dikir ji ber ku gelek xirap bûye boytkot kirin, xwediyê fêrmayê çek li wan kişand.

Bûyer duh 3ê Cotmehê di demjimêrên nîvro de li nexweşxaneya GYEAH ya zarok û jinan a bajarê Amedê çêbû.

Li gorî agahiyan despêkê karmendên tendirustiyê xarina heyî ji ber gelek xirap bûye boykot kirin, li ser vê yekê karmendên fîrmaya xwarinê çêdike bi wan re ketine nava nîqaşê û alozî zêde bûye. Li ser zêdebûna aloziyê yek ji karmendên fîrmayê demançe derxistiye û berê wê daye karmendên tendirustiyê lê piştre berê wê daye erdê û teqandiye.

Li ser dengê çekê, polîsên di hewşa nexweşxaneyê de çûne hundir û dest bi lêkolînê kirine. Grûpek ji karmendên tendirustiyê yên ku xwarin boykot kiribûn derketine derve û li pêşiya nexweşxaneyê dest bi çalakiya rûniştinê kirine û daxuyanî dane.

Piştî wê yekê Rêveberê Tendirustiyê yê bajarê Amedê diçe cihê bûyerê û piştî lêkolînan bi karmendên tendirusityê yên beşdar di çalakiya rûniştinê de hevdîtinekê dike.

Piştî hevdîtinan, Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê SES yê Amedê Şiyar Guldiken ragihand ku Wezareta tendirustiyê û berpirs bi mijarê re mijûl dibin û got: “Ev fîrma ne muxatabê me ne, muxatabê me rêvebirin. Em ya ku mafê me ye dixwazin, gotine em dê vê pêvajoyê bişopînin. Parêzerên me gilî tomar kirine. Rêveberê tendirustiya bajêr gotiye bo karên yasayî ew aliyekî mijarê ne. kesek jî hatiye desteserkirin.”

Herwiha SES li ser hesabê xwe yê twêtter jî peyam belav kiriye û dibêje: “Li nexweşxaneya GYEAH ya jin û zarokan li bajarê Amedê, endamên sendîkaya me û kedkarên tendirustiyê yên ku xwarina nexweşxaneyê boykot kirine ji aliyê xwediyê fîrmayê ve rastî êrişeke bi çek ya mafyawarî hatine.”

Heman sendîkayê bo piştgiriya li van karmendên ku rastî êrişek bi vî awayî hatin daxwaz kir ku 3- 4 Cotmehê li hemû bajaran saziyên kedê û pîşeyî çalakiyan bikin. Herwiha SES ji Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê daxwaz kir ku îhaleya ku dane vê fîrmayê li vê nexweşxaneyê were hilweşandin.