VÎDEO - 14 sal li benda zarokan ma lê Coronayê cêwiyên wî sêwî hişt

Hewlêr (Rûdaw) - Sîrwan Elî yê ku 14 sal piştî zewacê zarokên wî yên yekem cewîk ji dayîk bûn, ji ber Coronayê jiyana xwe ji dest da. Ji pencereya nexweşxaneyê xatirxwestina Sîrwan Elî ji zarokên xwe yên ku hê 3 mehên wan tije nebûne, dil di peritîne.

Sîrwan Elî yê 41 salî ku yek ji kuaforên navdar ên taxa Elmas a Kerkûkê bû, nêzikî mehekî ji ber nexweşiya Coronayê li nexweşxaneya Şîfa ya Kerkûkê dihat dermankirin, di 1ê Cotmehê de roja Înê jiyana xwe ji dest da.

Sîrwan Elî di sala 2007an de Ketan Welî re zewicî. Daxwaziya Sîrwan ya herî mezin ew bû ku zarokên wan çêbibin. Ev daxwaz piştî 14 salan pêk hat.

Di 9ê Tîrmeha 2021an de çewiyên Ketan û Sîrwan hatin dinyayê. Cêwiyên ku 7 mehî hatin dinê, navên Mistefa û Mîran li wan kirin.

Lê bextewariya Ketan û Sîran pir berdewam nekir. Sîrwan Elî di 1ê Îlonê de bi koronayê ket. Nexweşiya koronayê lê giran kir û ji bo dermankirinê ew rakirin Nexweşxaneya Şîfayê ya Kerkûkê. Lê Sîrwan dikaribû tenê mehek berxwe bide.

Rûdawê dîmenên hevdîtina dawîn yên ku Sîrwan bi cêwiyên xwe re dema ku li nexweşxaneyê bûn bidest xist. Di dîmenan de, tê dîtin ku Sîrwan cara dawîn herdu destê xwe bilind dike û xatiran ji cêwiyên xwe yên ku di pişt pencereyê de nîşanî wî didin dixwaze.

Mihemed Welî bûrayê Sîrwan ji Rûdawê re axivî û dibêje ku ew dîmen hefteyek beriya ku Sîrwan jiyana xwe ji dest bide hatin kişandin.

Mihemed Welî got “Êşa me yek bû bûn du. Ya yekem di temenekî ciwan de me canek xwe ji dest da. Ya duyem zarokên ku 14 sal li benda wan bû, ji wan têr nebû çû.”

Herwiha Mihemed Welî da zanîn ku Sîrwan ji biçûkatiya xwe ve bê bav mezin bûye û got “mixabin qedera zarokan jî bû wek a bavê wan.”

Li aliyê Welî destnîşankir beriya ku Sîrwan wefat bike xwestiye ku zarokên xwe bibîne û di gotinên xwe yê dawîn de jî got “li zarokên min miqate bin!”

Mihemed Welî diyar kir ku xwişka wî Ketan mirina hevjînê xwe demek giran derbas kiriye û vê rewşê bandoreke zêde lê kiriye.

Sîrwan Elî li gundê Topzawa ya navçeya Yaycî ya Kekrkûkê ji dayîk bû ye. Qedera cêwiyan jî bû heman qedera bavê wan.