Li Wanê 13 koçber û qaçaxçî hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Rêya Armûşê ya ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, 10 koçberên ku li malekê bi zorê hatibûn girtin hatin desteserkirin û 3 qaçaxçiyên Îranî hatin girtin.

Parêzgariya Wanê ragihand, li ser zanyariyên ku qaçaxçiyên Îranî, li navçeya Îpekyoluyê li taxa Şerefiyê di malekê de koçberan bi zorê digrin, operasyonek hat kirin.

Di operasyonê de 3 kesên Îranî ku tê gotin qaçaxçitiya mirovan dikin û 10 koçber hatin desteserkirin.

Koçberan di îfadeya xwe de gotin, “Îraniyan em bi zorê desteserkirin û telefon û pereyên me ji me stendin.”

Li gor agahiyên hatine belavkirin, her 3 welatiyên Îranî bi biryara dadgehê hatine girtin.