Bazirganekî Kurdê Êzidî hat kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Beşîr Goriya, bazirganekî Kurdê Êzidî îro li ser rêya serekî ya Şêxan-Elqoş hat kuştin.
Rêvebera Nahiyeya Elqoş, Lara Zara ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, bûyer li derwazeya gundê Bêbanê bûye û ew welatî bi gulle hatiye kuştin.
Rêvebera Nahiyeya Elqoş diyar kir, heta niha sedema kuştina wî kesî nayê zanîn, nasnameya bikuj jî ne diyar e, lê derbarê bûyerê de lêkolîn destpê kiriye.
Beşîr Goriya akinciyê Komelgeha Rîsale û kesekî naskirî û xuya yê navçeyê bûye. Ew bazirganê Kurd, bi karên xwe yên xêrxwazî û bi taybet alîkariyên ji bo xelkê hejar û çalakiyên Kurdên Êzidî dihat naskirin.