VÎDEOWALL - Ermeniyên li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê

Hewlêr (Rûdaw) - Ji destpêka irîza Sûriyê ve, hejmara Ermeniyan li wî welatî gelekî kêm bûye û beşê mezin ji wan vegeriyane Ermensitanê, ku niha ew welat jî li gel Azerbeycanê di şer de ye, û çekdarên oposizyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve jî, çûne li kêleka Azerbeycanê beşdariyê di şer de bikin.

Ermenên Rojavayê Kurdistanê jî, şandina çekdarên Sûrî yên ser bi Tirkiyê ve, ji bo şerên li welatên din yên weke Azerbeycanê û Ermenistanê red dikin.

Piştî Komkujiya Ermenan li ser destê Osmaniyan, di sal 1915an de, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, ku 1 milyon û 500 hezar Ermenî hatin kuştin, derdora 98 hezar û 760 Ermenî li Heleb, Şam, Dêre Zor û Cizîra Rojavayê Kurdistanê bicih bûn, bi taybetî li Qamişlo, Dirbêsiyê, Til Temir û Hesekê. Li Kobanî jî bi dehan malbatên Eremn hebûn ûrola wan jî di avakirina Kobanî de hebû.

Piştî Komkujiya Ermeniyan li ser destê Osmaniyan, di sala 1915an de, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, ku 1 Milyon û 500 Hezar Ermenî hatibûn kuştin, derdora 98 Hezar û 760 Ermenî li Heleb, Şam, Dêre Zor û Cizîra Rojavayê Kurdistanê û Kobanî bicih bibûn, bi taybetî li bajarên Qamişlo, Dirbêsiyê, Til Temir, Hesekê û li herêmên Kobanî û Girê Spî jî.

Lê piştî 10 salan ji krîza Sûriyê û şerê navxweyî li wî welatî, ew hejmar dakete 46 hezar kesên Ermenî, li tevahiya Sûriyê.

Bi sedema kirîza Sûriyê, hejmara Ermenan li Rojavayê Kurdistanê tenê ma 3 Hezar û 850 kes.

Li gorî Ajansa Penaberan ya Netewên Yekbûyî derdora 15 Hezar Ermenî ji Sûriyê vegeriyane Ermenistanê.

Lê Ermensitan jî li gel Azerbeycanê di şer de ye, û niha çekdarên opozisyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve, çûne alîkariya Azerbeycanê bikin.

Balyozê Ermenistanê li Moskow ragihandibû, ku Tirkiyê 4 Hezar çekdar ji Bakurê Sûriyê şandine Azerbaycanê, ji bo beşdariyê di şerê li dijî Ermenistanê de bikin.

Fermandarê gurûpên çekdar yên Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve, Ziyad Hacî Obêd ragihand, ku heta niha wan 600 çekdar şandine Azerbeycanê, û ev yek weke vegerandina qencî û deynê Tirkiyê bi nav kiriye.

Li gorî zanyariyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî, ew çekdarên ku hatine şandin, bi mûçeyên 1 Hezar û 500 Dolar, li welatekî din, şerê bi wekalet dikin û wan pereyan ji Tirkiyê werdigirin.

Ermenên Sûriyê jî wê beşdarbûna çekdarên Sûriyê di şerê welatên din de, bi şaştiya mezin binav dikin, lewma ew ji dûbarekirina komkujiyan ditirsin, lê vê carê bi destê çekdarên Sûriyê, ku Tirkiyê piştgiriya wan dike, weke ku ew dibêjin.

Ermeniyên li navçeyên Rojavayê Kurdistanê dibêjin, ku ev kiryarên çekdarên ser bi Tirkiyê ve jenosîde li dijî gelê Ermen, û ne di berjewendiya kesên Sûriyê de ye, ku şerê welatekî din bikin, û beşdariyê di kuştina gelên din de bikin.