Galeriya wêneyan

04-10-2020
20 Photos
Bilind T. Abdullah

Desteya Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û hemû fraksiyonên li parlamentoyê îro Yekşemê 4ê Cotmeha 2020an ji bo rêzgirtina salvegera koça dawî ya serokomarê berê yê Iraqê û sekreterê giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) yê Celal Talebanî, li parlamentoyê merasîmek saz kirin.

Di destpê ka merasîmê de çend gotinên  Celal Talebanî ji dengî wî hat guhdarkirin û piştre Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê Rêwaz Fayeq gotarek pêşkeş kir. Rêwaz Fayeq di gotara xwe de behsa rola Celal Talebanî kir li ser asta Kurdistan, Iraq û Cîhanê.

Piştre jî Desteya Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û fraksiyonên li parlamentoyê tacagulên rêzgirtinê danîn li ber wêneyên Celal Talebanî.

Her di wê merasîmê de pêşangeheke ji wêneyên Talebanî ku ji zarokatiya wî heta koça dawî ya wî pêk dihatin hat pêşandan.

3ê Cotmeha 2017ê serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê YNKê ye berê Celal Talebanî li Almanya koça dawî kiribû.

Wêne: Bilind Tahîr