Baroya Mêrdînê bi 4 ziman tabloya xwe çêkir

Hewlêr (Rûdaw) – Baroya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê, tabloya xwe ya pêştir tenê zimanê Tirkî li ser bû, guhert û li ser tabloya nû ligel Tirkî nivîsên bi Kurdî, Erebî û Suryanî jî bikar anî.

Baroya Mêrdînê tabloya xwe ya nû ya bi her çar zimanên Tirkî, Kurdî, Erebî û Suryanî li avahiya baroyê ve daliqand.

Baroya Mêrdînê piştî vê gava xwe dibe yekem baroya ku tabloya pirzimanî bikar aniye.

Xelkê bajarê Mêrdînê jî bi erênî pêşwazî li wê helwesta baroyê kirin.

Ji aliyê din ve biryar bû biryar bû 3-4ê Cotmeha 2020an civîna giştî ya Baroya Mêrdînê were sazkirin, lê ji ber hejmara pêwîst a ji bo kombûne pêk nehat, civîna giştî ya baroyê bo 10-11ê Cotmeha 2020an hat paşxistin.