Asayîşa Hewlêrê: Tawanbarê ku 5 kesên ji Rojava kuştibûn hat girtin

04-10-2019
RÛDAW
Bûyerê li gundekî nêzikî Hewlêrê rû dabû
Bûyerê li gundekî nêzikî Hewlêrê rû dabû
Nîşan Kurdistan Hewlêr Kurd Rojavayê Kurdistanê Asayişa Hewlêrê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Asayîşa Hewlêrê derbarê bûyera kuştina endamên malbatekê bi komî dauxyaniyek belav kir û ragihand ku kesê tawanbar di demeke kurt de hatiye desteserkirin.

Asayîşa Hewlêrê bi daxuyaniyekê ragihand ku duh (03.10.2019) li nêzikî gundê Pîrreş ê ser bi Hewlêrê ve, termê jin, mêr û sê zarokan ji aliyê hêzên asayîşê ve hatine dîtin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, lêkolînê û komkirina belgeyan ji aliyê tîmên taybet yên birêveberiya Asayişa Hewlêrê ve, karîne kesê tawanbar di demeke kurt de destnîşan bikin û  desteser bikin.

Di daxuyaniya xwe de Asayişa Hewlêrê eşkere kir, ku lêkolînên destpêkî û îtîrafên kesê girtî ku navê wê Ferîdon Kerêm Remezan e, xuya kirin ku êvara roja 2yê vê mehê, ew tawanbar bi kuştina tevaya endamên wê malbatî rabûye ku 5 kes bûn ku  xelkê Rojavayê Kurdistanê ne û nişteciyên gundê Pîrreş ê Hewlêrê bûn.

Li gor daxuyaniya Asayişê, Ferîdon Kerîm Remezan, di destpêkê de bavê zarokan Besam Hisên Resûl bi guleyan dikuje, piştre hevjîna wî ya bi navê Solîn Mihemed Nezîr dikuje, herweha hersê zarokên wan Hisên yê 11 salî, Ruşka ya 7 salî û Mihemed yê 5 salî dikuje.

Piştî dîtina termên endamên wê malbatê, destpêkê hatibû belavkirin ku ew 5 kes bi keviran hatine kuştin. Lêbelê Asayîşa Hewlêrê aşkere kir ku wî kesî tawanbar, bav, dayik û 3 zarokên wan bi guleyan kuştine.

Ew malbat xelkê Rojavayê Kurdistanê bûne û bi gotina şahidan, dema salekê bûye ku li gundê Pîreşê yê ser bi nahiyeya Kesnezan a Hewlêrê nîştecih bûbûn.

Li gor agahiyan, zilamê serpireştê wê malbatê hostayê kaşiyan bûye. Bi gotina cîranan jî, ew malbat kesên gelek aram û bêdeng bûne û serê wan bi karê wan ve mijûl bû û ti pirsgirêka wan li gel ti kesî nebûye.

Herwiha Asayîşa Hewlêrê derbarê sedema kuştina endamên wê malbatê de zanyariyek belav nekiriye û hatiye gotin ku lêkolînên derbarê bûyerê de berdewam in û dê di demek nêzîk de agahiyên berfirehtir bên belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst