General Mezlûm Ebdî: Plana Tirkiyê tenê xeyal e

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), General Mezlûm Ebdî ragihand,  Plana Tirkiyê ya ji bo navçeya aram, planekî xeyalî ye û ji aliyê ti kesî ve nayê qebûlkirin.

Mezlûm Ebdî ji medyayeke nêzîkî PKKê re got, “Tirkiyê plana dagîrkirina axa bakur û rojhilatê Sûriyê amade kiriye û dixwaze bi rêya vê planê hejmara Kurdan li navçeyê kêm bike.”

Frmandarê Giştî yê HSDê diyar kir, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li civîna Civata Giştî ya Netewên Yekgirtî di gotara xwe de nîşan da, ku “dixwaze Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike” û ew yek jî ji cîhanê re nîşan da, ku Tirkiyê ji bo vê yekê planeke amade heye.

Bi gotina General Mezlûm Ebdî, ne gelên Sûriyê û ne jî civaka navdewletî piştgiriya vê plana Tirkiyê nakin.

Ebadî herwiha dibêje, li gorî rêkeftina wan a li ser navçeya aram, koçberên xelkê wê navçeyê dikarin vegerin malên xwe, lê yên ku tawan encam dabin, dê li hemberî wan tedbîrên yasayî bêne wergirtin.

Fermandarê Giştî yê HSDê destnîşan jî kir, di çarçoveya navçeya aram de wan erkên xwe cîbicî kirine, lê plana ku Tirkiyê amade kiriye, planekî xeyalî ye û ti caran nayê bicîhkirin.

Mezlûm Ebdî got: “Eşkere ye ku planeke guhertina nifûsê ye, planeke dagirkeriyê ye. Nepêkane ku pêk were. Ne em gelên Sûriyeyê ne jî hêzeke navneteweyî dikare vê planê qebûl bike. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê firsendê nade vê planê. Xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vala û bêxwedî nîne. Tiştekî xeyalî ye ku hinekan bînin van herêman, ji wan re bajaran, gundan ava bikin, zeviyên çandiniyê li wan belav bikin. Ti carî nepêkane ku di pratîkê de pêk were.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demorkatîk di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir, mekanîzma ewlekariya sînor lihevkirinek e di navbera Amerîka û Tirkiyeyê û Amerîka û HSDê de ye.

Mezlûm Ebdî da zanîn, ku mekanîzma ewlekariya sînor dê di sê qonaxan de pêk bê û tekez kir, hta niha karûbarên vê mekanîzmê bêyî pirsgirêkê birêve çûne û wan weke HSDê erkên xwe pêk anîne.