Serok Barzanî pêşwaziya Hadî Amirî kir

04-10-2018
RÛDAW
Nîşan Serok Barzanî Hadî Amirî Iraq Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Feth Hadî Amirî kir û Amirî di hevdîtinê de dilgiraniya xwe ji ber wê yekê nîşan da ku ji bo posta Serokomariya Iraqê berbijêrekî hevbeş ê Kurdan tinebû û ragihand: “Em hêvî dikim ku di proseya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de aliyên Kurdistanî rola xwe ya bi bandor bibînin.”

 

Roja pêncşem 04-10-2018an li Hewlêrê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Feth Hadî Amirî kir.

 

Li gor daxuyaniya piştî hevdîtinê, di civînê de rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên dawî yên li nav proseya siyasî hate guftûgokirin û ronahî jî xistin ser rûdanên roja 2yê Cotmehê ya li nav Parlementoya Iraqê.

 

Serokê Hevpeymaniya Feth Hadî Amirî di vê mijarê de dilgiraniya xwe li wê yekê nîşan daye ku aliyên Kurdistanî nekarîn yek kandîdê hevbeş ji bo posta Serokomariya Iraqê diyar bikin.

 

Herwiha Hadî Amirî bal kişandiye ser rola bi bandor a PDK û aliyên Kurdistanî di proseya siyasî ya Iraqê de û hêviya wê yekê xwestiye ku di proseya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de aliyên Kurdistanî rola xwe ya bi bandor bibînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst