Nêçîrvan Barzanî û Hadî Amirî li Hewlêrê civiyan

04-10-2018
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Hadî Amirî Hewlêr Kurdistan Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hevpeymaniya Feth Hadî Amirî li Hewlêrê civînek pêk anîn û Amirî diyar kir ku hevbeşiya Herêma Kurdistanê di proseya siyasî ya Iraqê de bingeha sereke ya serkevtina proseyê û di berjewendiya temamê Iraqê de ye.

 

Roja pêncşemê 04-10-2018an Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Feth Hadî Amirî kir.

 

Li gor ragihandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Hevpeymaniya Feth proseya siyasî ya Iraqê û qonaxa nû ya proseyê gotûbêj kirin û tekezî li ser  proseyeke siyasî ya bi sihet ji bo niha û qonaxa dahatûya Iraqê kirin, bi awayekî ku bersiva xwestek û hêviyên pêkhateyên Iraqê bide û hemû pêkhate xwe di proseya siyasî û birêvebirina welat de bibin û ji bo seqamgîrî û serkevtina proseya siyasî, parêzvaniya lihevkirin, hevsengî û hevbeşiyê were kirin.

 

Hadî Amirî di civînê de tekezî li giringiya hevbeşiya çalak a Herêma Kurdistanê di proseya siyasî ya Iraqê û çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr – Bexdayê de li gor destûrê kiriye, herwiha diyar kiriye ku hevbeşiya Herêma Kurdistanê di proseya siyasî ya Iraqê de bingeha sereke ya serkevtinê û di berjewendiya temamê Iraqê de ye, ji bo vê mebestê jî gotûbêj û hevdîtin û civînên navbera herdu Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê weke pêwîst dibîne.

 

Mijara pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê, beşeke din a civînê bû ku Nêçîrvan Barzanî û Hadî Amirî gotûbêj li ser wê mijarê kirine û hevkarî û piştgiriya xwe ji bo Adil Ebdulmehdî cardin anîne ziman, ku pêkanîna kabîneya nû ya Iraqê jê re hatiye raspartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst