Li Eyn Îsayê 9 desteyên rêveberiya nû hatin destnîşankirin

04-10-2018
Xalid Cemîl Mihemed
Civîna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Eyn Îsayê
Civîna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Eyn Îsayê
Nîşan Eyn Îsa Rêveberî Sûrîyê Civîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Eyn Îsayê civiya û di civînê de 9 deste û serokatiya encûmena rêveber a wê navçeyê hatin destnîşankirin.

 

Ev rêveberiya nû wê tevahiya wan navçeyan birêve bibe, ku di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk de ne, di nav de Rojavayê Kurdistanê û wan deverên din ên Bakur û  Rojhilatê Sûriyê, ew jî wek Reqa, Tebqa, Eyn Îsa, Minbic û gundewarê Dêra Zorê ye.

 

Roja 6ê Îlona 2018ê Encûmena Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji 7 kesan hate ragihandin, ku nûnertiya 7 birêveberiyan bikin.

 

Ferîd Etê û Sîham Qiryo, weke hevserokên Encûmena Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin hilbijartin.

 

Destnîşankirina desteyeke cîbicîkar a giştî, dawiyê bi desteyên cîbicîkar ên herêmî tîne, êdî desthilateke navendî ji bo wê herêmê tê dirustkirin û kar û desthilatên wan 9 desteyan wê hemû aliyên jiyana wan navçeyan li xwe bigirin. Her li gor ragihandin Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD), di nûneran de dê kesên ji hemû pêkhateyên wê herêmê hebin.

 

Roja 3yê Îlona 2018ê jî Encûmena Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li nahiyeya Eyn Îsa ya ser bi navçeya Girê Sipî ve civînek li dar xist. Armanc ji wê civînê ew bû, ku desteyên Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê damezirîne. Êdî ev desteyên niha, ji encamên biryar ên wê civînê ne.

 

Di wê civînê de, 9 deste hatin hilbijartin, ku ew jî ev in: Desteya Navxwe, Desteya Perwerde û Xwendinê, Desteya Rêveberiyên Xwecihî, Desteya Aborî û Çandiniyê, Desteya Darayî, Desteya Çand û Hunerê, Desteya Tendirustî û Jîngehê, Desteya Karûbarên Civakî û Kar û Desteya Jinê.

 

Hevserokên van desteyan jî hatin hilbijartin û sûnd xwarin, ji bo ku dest bi karê xwe bikin.

 

Hevserokê Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Ebdul Mihbaş, di vê civînê de, amaje bi wê yekê kir, ku rêveberî ji serkeftin û pêwîstiyên vê qonaxê ber bi asoyên nû ve berdewamiyek e û got: "Rêveberiya Xweser nûneriya hemû pêkhateyan dike, weke bercestekirinê ji prensîba pirjimarî û hevbeşiya hemû aliyan bi bêyî dûrxistina ti aliyekî.”

 

Ebdul Mihbaş tekez kir, ku Rêveberiyên Xweser û Şaredariyan dê ewlehî, aramî û geşepêdanê li navçeyên Bakurê Sûriyê bi cih bikin.

 

Kongreya Meclîsa Sûriya Demokratîk  di 17ê Tîrmeha 2018ê de li bajarê Tebqayê hate lidarxistin û yek ji biryarên wê kongreyê ew bû, ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê damezrandin.

 

Piştî van pêşketinan, dibe ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşeke nû bê peydakirin, ku êdî hemû kanton û rêveberiyên xweser ên Rojavayê Kurdistanê û Rojhilat û Bakurê Sûriyê, ser bi Rêveberiya Navendî ya Eyn Îsayê ve werin girêdan û rêkar û karûbarên wan, bi rêya Rêveberiya Giştî ya Navendî li bajarokê Eyn Îsayê werin birêvebirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst