Îrfan Kerkûkî bû Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê

04-10-2018
RÛDAW
Îrfan Kerkûkî
Îrfan Kerkûkî
Nîşan Îrfan Kerkûkî Kerkûk Encûmena Parêzgeha Kerkûkê
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) -  Îrfan Kerkûkî, ku bi wekaletî hate ser posta Serokatiya Encûmenê ya Parêzgeha Kerkûkê, ragihand ku ji 16ê Cotmehê heta niha ji aliyê birêveberiya Kerkûkê ve gelek binpêkirin hatine kirin û got, xelkê Kerkûkê ji ber vê yekê gelekî nîgeran e.

 

Îrfan Kerkûkî, ku ser bi Lîsteya Birateyî ve ye, bi wekaletî hate ser posta Serokatiya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê û di derbarê vê yekê de ji Rûdawê re got: “Min bi wekaletî posta serokatiya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê wergirt, daku karibim hîn zêde xizmetê ji bo parêzgeha Kerkûkê, ji bo hemû neteweyên li Kerkûkê bikim.”

 

Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê yê bi wekalet Îrfan Kerkûkî wergirtina posta serokatiya encûmenê li ser navê Lîsteya Birayetiyê û wek Tirkmenekî ji bo xwe wek rûmetê bi nav kir û ev tişt anîn ziman: “Ez dê karibim wê postê werbigirim û bibim sîwanek di navbera hemû aliyan de. Bikaribim zêdetir xizmeta bajarê Kerkûkê û xizmeta Kurd, Tirkmen û Ereban bikim. Ev peywira me ye. Pêwistiya bajarê Kerkûkê jî bi vê heye.”

 

Kerkûkî bal kişand ser rewşa Kerkûkê ya ji 16ê Cotmehê heta vê rojê û got: “Ji 16ê Cotmehê heta vê rojê bi rastî jî ji aliyê birêvebiriya Kerkûkê, parêzgariya Kerkûkê ve gelek binpêkirin hatine kirin, ku ev binpêkirin bûne cihekî nîgeraniyê ji bo xelkê Kerkûkê.”

 

Îrfan Kerkûkî herwiha destnîşan kir ku divê Kerkûk were normalîzekirin û asayîkirin û divê vegere beriya 16ê Cotmehê û got, birêvebiriya Kerkûkê ji 16ê Cotmehê heta niha bi yekalî kar kiriye û xelk û neteweyên Kerkûkê nedikarîbûn daxwazên xwe cîbicî bikin, em dê ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê kar bikin.

 

Di 25ê Îlona 2017ê de referanduma serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê hatibû birêvebirin. Di 16ê Cotmeha wê salê de jî hêzên Iraqê li gel Heşdî Şeibî êrîşê ser Kerkûkê kiribû. Piştî vê êrîşê Parêzgarê Kerkûkê yê li ser pişka YNKê Necmedîn Kerîm, serokê encûmenê yê li ser pişka Yekgirtû Rêbiwar Talebanî û endamên encûmena parêzgehê penahiyê Hewlêrê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst