Serokê PDK-Bakurê peyama sersaxiya Celal Talebanî belav kir

04-10-2017
RÛDAW
Nîşan Celal Talebanî Sersaxî PDK-Bakur Sertaç Bucak
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Serokê PDK-Bakurê Sertaç Bucak ji ber wefata Celal Talebanî peyama sersaxiyê belav kir.

 

Duh sêşema 3yê Cotmeha 2017an Serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî li nexweşxaneyekê li Almanyayê koça dawî kir. 

 

Serokê PDK-Bakurê Sertaç Bucak di peyama xwe ya sersaxiyê de diyar kir  “Celal Talebanî şoreşger û tekoşêrê heja û peşmergêye gele Kurdistan rolekî giring li nav tevgerên Kurdistanê hebû, çu sêr dilovanîya xwê.”

 

Sertaç Bucak wiha got: “Bi taybetî di van 20 salên dawîn de, ew bi rêzdar Mesûd Barzanî, Serokê Herême Kurdistan, pêşaweyakî deskeftiyên ji bo proseya dewletê serbixwe Kurdistana îro bûn. Gelê Kurdistan tu car Mam Celal û xizmeta wî ji bo welat û gelê Kurdistanê ji bîr nakê.”


 Bi navê Partî Demokratî Kurdistan-Bakur û bi navê xwê em bi rêz li pêş ruhê wî bejna xwe ditewînin.


Em ji dil bi hevxemiya xwe ki malbata Mam Celal Talebanî, Yekîtîya Niştimanî Kurdistan û gelê Kurdistan re radigihînin. Cihê wî bihuşt be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst