RÛDAW TAYBET – Dîmenên nû yên şev û roj a Mûsilê

Mûsil (Rûdaw) – Tora Medyaya Rûdawê dîmenên şev û roj ên bajarê Mûsilê belav dike ku biryar e di demekî nêzîk de operasyona kontrolkirina vî bajarî dest pê bike.

 

Dîmen ji nêzîktirîn eniyên şer ên Mûsilê hatine tomarkirin.

 

Beriya niha Berpirsê Eniya Xazirê Arif Teyfûr ji Rûdawê re ragihandibû ku biryar e operasyon di nava meha Cotmehê de dest pê bike.

 

Derbarê mijarê de serokerkanê berê yê Artêşa Iraqê Babekir Zêbarî ji Rûdawê re gotibû, “Du rê li pêşiya DAIŞê hene. Yan dê bê şer kontrola bajêr radest bikin. An jî dê şerekî pir bi xwîn bikin.”

 

Pisporê Leşkerî Îhsan Qeysûn jî ji Rûdawê re ragihand, “ DAIŞê ji bo Mûsilê 3 xetên parastinê danîne. Xeta yekemîn xendek in û bi petrolê hatine tijîkirin. Di dema operasyonê de dê bêne şewitandin da ku firoke bandorê li wan neke. Xeta duwem xendekên bazinî ne û ji bo parastinê ne. Xeta sêyem jî tunel in ku ji bo şer û bersivdana êrîşan hatine amadekirin.”



 

Ji 6 rêyên êrîşa ser Mûsilê, 5 rê di destê pêşmerge de ne.

 

- Eniya Keskê 40 kîlometre dûrê Mûsilê ye.

 

- Bendava Mûsilê 30 kîlometre dûr e.

 

- Eniya Newêran 20 kîlometre dûr e.

 

- Eniya Xaizr 20 kîlometre dûr e.

 

-  Eniya Guwêr 40 kîlometre dûr e.

 

- Ya dawîn jî eniya Geyara ye ku 80 kîlometre dûrê navenda Mûsilê ye.

 

Niha dora bajarê Mûsilê ji aliyê Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê ve hatiye dorpêçkirin û tê pêşbînîkirin di dema operasyonê de ligel hêzên bejayî, hêzên esmanî jî rolekî giring bilîzin.

 

Ji dora Mûsilê tenê rêyek di destê DAIŞê de maye da ku bikare li ser Beacê re xwe bigihîne bajarên Reqa û Dêrezora Sûriyê.