HIKÛMETA HERÊMA KURDISTANÊ: Terorîst di eniya şer de şikestin!

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekî êrîşa xwekujî ya li Hesekê şermezar kir û ragihand ku dezgehên peyewndîdar ji bo alîkariya birîndaran hatine raspardin.

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser malpera xwe ya fermî derbarê êrîşa li bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ev êrîş “li dijî mirovahiyê” binav kir.

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza sersaxiyê ji bo malbatên şehîdan kir û hêviya zû başbûna birîndaran xwest.

 

Di berdewama daxuyaniya xwe de Hikûmeta Herêma Kurdistanê got, “Ev kirdara tirsonek û ne mirovane ya terorîstan derencama şikestina wan a li eniyên şer de ye.”

 

Hêjayê gotinê ye ku duh bişev li bajarê Hesekê xwekujekî DAIŞê êrîşê doha şahiya kurdan kiribû û di encamê de 34 welatî şehîd bibûn, 90 kes jî birîndar bibûn.