Rojhilat – Kesên nenas êrişî merasima kal û pîran kirin!

 

Ormiye (Rûdaw) – Li bajarê Nexede yê Rojhilatê Kurdistanê, komek kesên nenas êrişî merasima kal û pîran kirin.

Li gorî malpera “Haje.ir”, ku malpereke nîvfermî ye û nûçe û agahiyên Rojhilatê Kurdistanê belav dike, biryar bû roja îniyê (2ê Cotmehê) li devera Heft Kanî ya bajarê Nexedê, bi helkefta roja cîhanî ya kal û pîran, merasimek were lidarxistin lê merasim hat betalkirin.

Li gorî nûçeyê, sedema betalkirina merasimê ew bû ku beriya merasim dest pê bike, komek kesên nenas bi kêr û xenceran êrişî dekor û posterên merasîmê, yên ku li devera Heft Kanî ya bajêr hatibûn danîn, kirin û dirrandin.

Di nûçeyê de hat gotin ku wan “kesên nenas” li ber çavên hêzên ewlehiyê êriş kirin û paşê jî destê xwe hejandin û çûn!

Li bajarê Nexede yê Rojhilatê Kurdistanê, kurd û azerî (tirk) dijîn û hinek caran nakokiyên mezhebî û etnîkî di navbera her du aliyan de derdikeve.

Nexede girêdayî eyaleta Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ye.