Rojavayê Dîcle – DAIŞ di bin êrişê de

04-10-2015
RÛDAW
Nîşan Pêşmerge DAIŞ Rojavayê Dîcle Bombebaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Balafirên şer ên hevpeymanan îro êvarê binkeyên DAIŞê li eniya rojavayê Dîcleyê bombebaran kirin.

 

Fermandeyiya Hêza Pêşmerge ya Zêrevanî di daxuyaniyekê de ragihand, ku îro danê êvarî balafirên şer ên hevpeymanan êrişî çend çeper û navendên rêxistina DAIŞê li derdora Mûsilê kirin.

 

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Saet 18:10 ê êvariya îro 4ê Cotmehê balafirên şer ên hevpeymanan bi dijwarî çend nevend û cihên çekdarên DAIŞê li gundê Ebtîşe li hemberî duriya Aksê-Mûsil li eniya rojavayê Dîcleyê bombebaran kirin.”

 

Li gor daxuyaniyê, di êrişên balafiran de herwiha çend çekên giran ên DAIŞê hatin jinavbirin.

 

Daxuyaniyê amaje bi wê yekê jî kir: “Li gore w agahiyên ku gihîştine dest fermandeyên meydanî yên Hêza Pêşmerge ya Zêrevaniyê, di encama wan bombebaranan de hejmarek çekdarên DAIŞê hatin kuştin û çend çekdar jî birîndar bûn, lê belê heya niha hejmareke sererast û piştrastkitî derbarê kuştiyan de nayê zanîn.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst