Malbatan cenazeyên du gerîlayan wergirtin

Hewlêr (Rûdaw) – Malbatên wan cenazeyên 2 gerîlayên PKKyê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê wergirtin.

Cenazeyên gerîlayên bi navên Reşît Çevîk (Xebat Cûdî) û Veysel Sevînç (Serhed Jêhat) ji 18ê Tebaxê ve li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê bûn.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), piştî ku testên wan ên DNAyê li hev hatin malbatan cenaze wergirtin.

Cenazeyê Xebat Cûdî li navenda Şirnexê hat veşartin.

Malbatê cenazeyê Serhed Jêhat jî ber bi Agiriyê ve bir.

Cenazeyên 4 gerîlayan jî li “goristana bêkesan” a li Şirnexê hatine veşartin.

Her wiha cenazeyên 2 gerîlayan jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên rawestandin.