Kobanî: Jineke 22 salî dawî li jiyana xwe anî!

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê jineke 22 salî dawî li jiyana xwe anî.

Navê jina ku xwe kuştiye Nalîn Hemo Bekî ye û dayika zarokekî 3 salî ye.

Bûyera xwekuştinê li gundê Bûbanê çêbûye.

Hûrgiliyên bûyerê heta niha nehatine zelalkirin.

Di nava 2 mehan de 3 bûyerên xwekuştinê li Kobaniyê çêbûne.

Li gelek deverên Rojavayê Kurdistanê di van demên dawî de bûyerên bi vî awayî zêde bûne.

Pisporê derûnnasiyê Celal Salih li ser zêdebûna bûyerên xwekujiyê ji Rûdawê re axivî.

Celal Salih sedemeke xwekuştinê bi şerê Sûriyeyê ve girê da û got: “Gelek diyardeyên civakî yên xirab derxistin holê.”