Efserekî Tirkiyeyê li herêma operasyonê mir

04-09-2024
RÛDAW
Nîşan Osman Ayan Krîza Dil Wezîrê Parastina Tirkiyeyê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê eşkere kir ku efserê wan ê bi navê Osman Ayan ji ber krîza dil li herêma operasyonê miriye.

Li gorî daxuyaniyê Osman Ayan li herêma operasyonên Pênce 1-2 li nav axa Herêma Kurdistanê krîza dil derbas kiriye û miriye.

Her wiha di daxuyaniyê de wiha hat gotin ku Osman Ayan bi gumana krîza dil ji bo nexweşxaneyê hat rakirin lê tevî hemû midaxeleyan miriye.

Li aliyê din, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler jî li ser mirina wî efserî daxuyaniyek belav kir û sersaxî ji malbat û hevalên Osman Ayan re xwest.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst