Serkan Ramanli: Tirkiye dewleta Kurdan e

04-09-2024
RÛDAW
Nîşan Serkan Ramanli HUDA PAR Zekeriya Yapicioglu Amed Êlih
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Serkan Ramanli diyar kir ku Tirkiye di heman demê de dewleta Kurdan e û dewlet ji aliyê Tirk û Kurdan ve hatiye damezrandin.

Şandeyeke HUDA PARê bi serokatiya serokê partiyê Zekeriya Yapicioglu û berdevk û parlamanterê partiyê yê Êlihê Serkan Ramanli li Herêma Kurdistanê ye û bi aliyên siyasî yên Kurdistanê re civiya.

Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli bû mêvanê bultena Bakur a Rûdawê ku Hêvîdar Zana pêşkeş dike.

“Em dixwazin peywendiyên me bihêz bibin”

Ramanli behsa armanca serdana şandeyê kir û got:

“Ev ne cara yekem e ku em tên Herêma Kurdistanê.

Berê jî çend şandeyên me hatibûn Herêma Kurdistanê û beriya bi 3 salan ez jî hatibûm û em çûbûn cem Serok Barzanî.  

Em dixwazin peywendiyên me bi partiyên siyasî yên Kurdistanê re bihêz bibin û ji ber wê em tên dîtina partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê.

Em dixwazin peywendiyên me bihêz bibin, rûdanên hene ji nêzîk ve bizanin. Mijareke taybet ziyareta me tunebû.“

“Destûra heyî ne li gorî miletê Tirkiyeyê ye”

Serkan Ramanli behsa nîqaşên li ser destûra Tirkiyeyê jî kir û anî ziman:

“Em her dibêjin pêwîstiya Tirkiyeyê bi destûreke nû heye.

Destûra heyî ne li gorî berjewendiyên vî miletî ye, ne li gorî bîr û baweriyên vî miletî ye û ne li gorî esasê vî miletî ye.

Darbeya leşkerî ev destûr bi zorê bi xelkê daye qebûlkirin.

Hûn jî dizanin, di gelek meseleyan de pirsgirêk derdikevin ji ber ku destûr ne li gorî milet hatiye nivîsandin.

Em dibêjin û dixwazin destûreke nû, destûreke sivîl û adilane ku her kes tê de maf û heqên xwe bibîn were nivîsandin û sivîl wê destûrê binivîsin.

Em her tim dibêjin, divê mafên Kurdan nasnameya Kurdan di destûrê de were nivîsandin.”

“Em dixwazin nasname û zimanê Kurdan jî di destûrê de hebe”

Ramanli di beşeke din a hevpeyvînê de behsa nijadperestiyê û mafên Kurdan jî kir û da zanîn:

“Dewlet ne ya Tirkan bi xwe ye. Rast e, di nav dewletê de Tirk hene, Ereb hene lê damzrînerên dewleta Tirkiyeyê Tirk û Kurd in.

Em naxwazin nijadperestî çêbibe, ew 85 milyon welatiyên Tirkiyeyê bila xwe biyanî nebînin lê bila heq û mafên Kurdan jî winda nekin, bila nasnameya Kurdan di destûrê de hebe.

Bila zimanê me jî bibe zimanê fermî û wekhevî li nav her kesî pêk were.

Her partî dixwaze destûrekê binivîse û pêşniyara her partiyekê heye û armanca her partiyekê ya nivîsandina destûrekê heye.

Ji bo nivîsîna destûrê divê rêbaz diyar bibe û maseya nivîsîna destûrê pêk were.

Em wekî HUDA PARê pêşniyar dikin ku hemû partî li hev bicivin û pêşniyaran bikin.

Ji dema damezrandina HUDA PARê ve me bername û pêşniyara xwe ya destûrê nivîsandiye û eşkere kiriye.

Li Tirkiyeyê 85 milyon însan û zêdeyî 100 partiyên siyasî hene hêviyên her kesî ji wan cuda ne.

Em dixwazin her kes bi awayekî ji nivîsîna vê destûrê razî be.

Em dixwazin dema ev destûr hat nivîsandin her kes jê piştrast be û neheqî li ti kesî neyê kirin.“

“Em li nav hukimraniya heyî bihevrejiyanê dixwazin”

Hêvîdar Zanayê pirsî, “Ji bo Kurdan hûn statuya otonomiyê yan federasyonê dixwazin?” Serkan Ramanlî wiha bersiv da:

“Niha li gorî ku em difikirin li Tirkiyeyê bihevrejiyanek mumkun e. Tirkiye 100 sal e hatiye avakirin û gelê Kurd li temamê Tirkiyeyê belav bûye.

Îro tiştekî ku em difirikin û dixwazin bihevrejiyaneke bi rûmet e, yanî ne bi federasyonê û ne jî bi otonomyê ye.

Meseleya otonomiyê û federasyonê jî divê were nîqaşkirin.

Niha li Tirkiyeyê 81 parêzgeh hene û em dixwazin her kes bi hev re û adilane bijî.

Em naxwazin li aliyekî otonomî û li aliyê din tiştekî din hebe.

Em dixwazin hemû aliyên Tirkiyeyê ji destûra bingehîn fêdeyê bistînin.

Em nabêjin divê federasyon hebe yan jî divê otonomî hebe, bi pergala niha ya heyî û hukimraniya niha jî Kurd dikarin bibin xwediyê dewleta Tirkiyeyê.

Nîqaşên li ser navan astengiyan ji me re çêdikin, ev nîqaş nahêle diyalogeke rast pêk were.

Li ser hemû peyvan wateyeke din di mejiyê wan de çêdibe.

Em naxwazin li ser navan gotinên me werin astengkirin, em dibêjin, Tirk, Ereb, Kurd û her 85 milyon welatî divê di destûrê de wekî hev bin û di

destûrê de jî bê qebûlkirin û Tirkiye dewlata Kurdan bi xwe ye.“

“Perwerdeya zimanê dayikê mafekî xwezayî û Xwedayî ye”

Serkan Ramanli li ser nebûna perwerdeya bi zimanê Kurdî û dersa bijartî ya Kurdî jî wisa axivî:

“Perwerdeya zimanê Kurdî mafê xwezayî û Xwedayî yê Kurdan e.

Qiymeta Tirkî çi be qiymeta Kurdî jî ew e. Qiymeta Erebî çi be qiymeta Kurdî jî ew e.

Îro li Tirkiyeyê Kurd nikarin bi zimanê dayikê perwerdeyê bistînin. Erê dersên bijartî hene lê ew ne bes in.

Mixabin wekî gelê Kurd me hîn xwedîtî li dersên bijarte jî nekiriye.

Divê em bêjin ev mafekî me yê xwezayî ye û Xweda ev maf daye me û ti kes nikare mafê me asteng bike.

Perwerdeya zimanê Kurdî ji dibistanan heta zanîngehê heq û mafê me ye.

Xebatên me yên li ser zimên dê berdewam bikin.“

“Alîgirên me êrişî ti kesî nakin”

Siyasetmedar Ramanli behsa êrişên li ser kafeyên Amedê û tohmetên li ser partiya xwe jî kir û got:

“Ew kesên êrişî kafeyan dikin ne alîgirên HUDA PARê ne. Ev şêwaza jiyanê ne nû ye.

Li Tirkiyeyê her kes li ser fikra xwe û li ser bingeha jiyana xwe dijî, di vî warî de nabe ku astengî bên çêkirin.

Carinan em dişopînin, hin bûyer ne bi rengê ku bûye tê nîşandan.

Me jî bûyerên li kafeyên Amedê pirsîn hin tîpên mafyatîk şerê hevdû dikin li hevdû didin.

Êrişkarê Amedê berê ji ber diziyê, ji ber bikaranîna madeya hişbir hatiye girtin û sûcdarkirin.

Hinek kes dixwazin fîtneyê bixin nav milet, hinek alî dibêjin ku êrişkar dîndar in.

Ew ne wisa ye. Her tiştekî asayîşî dikin rengekî siyasî û dixwazin fêdeyekê jê bibînin.

Ev 10 sal in em di nav siyasetê de ne, me ti carî zor li kesî nekiriye û em dê ti carî jî zorê li kesî nekin.

Em çi qasî bihêz bibin dê hizûr û aştî û aramî li Kurdistanê û li nav milet pêk were.“

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst